Bekir Bozdag Gultan Kişanak ziyaret kir
15:47
JINHA
AMED - Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ziyaret kir. Di hevdîtinê de Gultan balkişand ser gelek xalên giring yên weke rewşa girtiyên nexweş, zimanê zikmakî û bûyîna muze ya girtîgeha Amedê.
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ku ji bo hin ziyaretan hate Amedê piştî ziyareta li walitiyê derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû û Hevşaredar Gultan Kişanak ziyaret kir. Di ziyaretê de pêşî Bekîr nirxandineke kurt kir û piştre jî Gultan jî got ku hemû rê di edaletê de derbas dibin û da zanîn ku di çareserkirina hemû pirsgirêkan de jiyaneke adîlane ye û ev yek jî bi dadê pêk tê. Gultan destnîşan kir ku berê gelek siyasetmedar û rêveberên herêmî di girtîgehan de hatibûn girtin serbest hatin berdan lê pirsgirêka têkildarê girtiyên nexweş de hêj jî tu çareserî pêk nehatiye.
'Bila girtîgeha Amedê bibe muzeya mirovahî û hevrûbûnê'
Gultan anî ziman ku ew dixwazin Amed bi azadiyan bê bibîranîn û wiha got: "Tê xwestin ku Girtîgeha Amedê bibe muzeya mirovahî û hevrûbûnê, ev yek êdî zêdetir tê axaftin. Bi daxwaznameyên ji parlementoyê re hatî şandin û wezaretên bersivê dayî van ev bendewarî zêdetir bûn. Em wekî şaredariya Amedê ji bo girtîgeh bibe muze çi têkeve ser milê em amade ne ku pêk bînin."
'Zimanê zikmakî hêmana herî zêde vî welatî digihîjîne hev e'
Gultan girtina dibistanên kurdî yên hatin girtin jî anî rojevê û ev tişt anî ziman: "Ji ber bendewariyên civakê pêşketinek çêbû. Daxwazên perwerdehiya zimanê zikmakî heye. Dersên bijarte vê rewşî pêşwazî nake. Ji ber vê yekê jî li herêmê gel bi înisiyatîf û derfetên xwe bi zimanê xwe perwerde bibîne dibistan vekirin. Morkirina van dibistanan jî me hemûyan xemgîn kir. Divê êdî ji vê re jî çareseriyek bê dîtin. Zimanê zikmakî hêmana herî zêde vî welatî digihijîne hev e."
‘Di raporên girtiyên di sînorên mirinê de ne nakokî hene’
Bekîr jî bal kişand ser daxwazên derbarê înfaza cezayên girtiyên nexweş û wiha got: "Hikûmeta me cara yekemîn têkildarê girtiyên nexweş de gav avêt. Berê de zagonek hatibû derxistin, heke rapor hebe û tehlukeyek tune be dê înfaza wan bê taloqkirin. Bi vê sererastikirînê re hin tahliye pêk hatin. Lê di hin raporên girtiyên ku tê gotin nexweşin de nakokî hene." Bekîr her wiha agahiya derbarê raporên serlêdanên tahliyekirina 6 girtiyan de hev nagire hatiye redkirin jî parve kir.
(zt)

