Muhra dibistana seretayiya Dayîka Uveyş jî hat şikandin

17:06

JINHA


COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a ku ji bo perwerdehiya kurdî hatibû vekirin û serê sibê ji aliyê polîsan ve deriyê wê hatibû muhrkirin, ji aliyê malbat û xwendekaran ve muhr jê hate kirin û dest bi perwerdehiyê kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Dibistana Seretayî ya Dayîka Uveyş a ku ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bide hatibû vekirin li ser biryara Walîtiyê serê sibê hate muhrkirin. Xwendekar û malbatên li ber dibistanê kombûn piştî demekê muhra bi derî ve jêkirin û derbasî polan bûn. Li navçeyê ligel Dibistana Seretayî ya Dayîka Uveyş dê li konê li Parqa Çandê hatî vedan jî perwerdehiya zimanê kurd bê dayîn.

Rêxistina DBP'ê ya Geverê û saziyên sivîl ên navçeyê bi armanca şermezarkirina muhrkirina dibistanê dê seat di 17.00'an de meşekê li dar bixin.

(zt)