Çeteyan êrîşî Kobanê kirin di êrîşê de 14 çete hatin kurştin
17:33
JINHA
KOBANÊ– Li herêma Kobanê û Rebîa yê YPG li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalekiyek darxist. Di encam de 16 çete hatin kuştin, 3 wesayît û tangek hat rûxandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku, li herêma Kobanê û Rebaî yê YPG’ê çalekiyek li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalekiyek darxistin. 3 wesayît û tangek hat rûxadin. Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê çalekiya 15’ê Îlonê di seat 20.00'an li herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê êrîşek darxisti bû. Li gorî daxuyaniya YPG’ê ya ku di malpera fermî de hatiye weşandin wiha tê gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê êrîşên wan li Kobanê hatibû şikandin û li Rabîa, Şingal, Cezaa û Til Hemis derbên giran xwarin ji şevê din ve li hember Kobanê êrîşêk nû destpêkirin. 15’ê Îlonê seat 20.00'an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran, tank, fûze û topên cur be cur yên ku ji rejîmên Iraq û Sûrî destxistin, dîsa hêzên takwiye ya ku ji herêmen cûda anîn ji eniya rojava û rojhilata Kobanê êrîşek lidarxistin.
Çeteyên DAIŞ’ê ev du rojin him ji rojhilat, him jî ji rojavayê Kobanê bi topên hawan û obûs, tank û çekên giran ve êrîşên herêmên gelê me yê sîvîl têda jiyan dikin dikirin. Li wan êrîşan de gelek mal derb xwar û zerarên madî çêbûn. Çeteyan roja 15’ê Îlonê seat 20.00'an de êrîşê gundên Talik û Zerik a ku dikeve rojavayê Kobanê êrîş kirin. Çeteyên ku li wan herêman ketin kemîna hêzê me derbên giran xwarin û ne karîn pêşde biçin. Pevçunên li wan herêman derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de nehatiye zelalkirin.
Hêzên Burkan El Firat jî li hember çeteyên ku di navbera gundên Beyadî, Xirabato û Zormixar de di nav tevgerde bûn çalakiyek lidarxistin. Çalakiyê de 3 wesayît hat rûxandin û 14’e çete jî hatin kuştin. Çeteyan heman şevê seat 22.00'an de li hember gundên Kiz Alî, Serinc, Birkitik, Gobirlik, Hûriyê, Cer'an, Zêrzorê û Denayik a dikeve rojhilata Kobanê jî êrîşek lidarxistin. Li wan herêmê çete gelek cihan ketin kemîne hêzên me û pevçunên dijwar rû dan. Çeteyan derbên giran xwarin, lê nehat zelalkirin ka çend kuştî û birîndara çeteyan li wan herêman de çêbû ye. Îro danê sibê jî hêzên me li vê herême tangek çeteyan tevî çeteyên di nav de rûxandin. Pevçûnên li herêmê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.
Roja 15’ê Îlonê seat 09.00'an de çeteyên ku xwestin li navçeya Rabîa ya girêdaye Misûlê êrîşek lidarbixin lê hêzên me çete dan sekinandin. Hêzên me li hember çeteyan çalakiyek suîkast pêk anîn. Di encam de 2 çete hat kuştin.”
(zt)
