Polîsan êrîşî gelê li ber dibistana Ferzad Kemanger runiştine kirin
18:39
JINHA
AMED- Cardin polîsan dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ya li navçeya Rezan ya Amedê dorpêçkirin. Di dema dorpêçê de polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî welatiyên li ber derê dibistanê runiştîn kirin. Welatî bi zorê ji dibistanê derxistin, gelek welatî û endamên çapemeniyê darb kirin. Niha dibistan dibin dorpêça polîsandene û mudaxele berdewame.
Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ya k udu bi serdegirtina polîsan hatibû girtin û morkirin, niha bi dayîna daxuyaniyekê ji aliyê KCD’ê û saziyên sivîl ve hat vekirin. Hema piştî daxuyaniyê derê dibistanê ji aliyê Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut ve hati vekirin û welatî bi duruşmên weke "Bijî Serok Apo" û “Bê ziman jiyan nabe” ketin hindirê dibistanê û dibistan hatibû vekirin.
Carekedinê jî polîsan ser dibistanê de girtin û dibistan dorpêçkirin. Di dema dorpêçê de ciwanan jî bi duruşmên weke “Bê ziman jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bersivê didin. Gelek welatî li ber dibistanê kum bûyîbûn. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseya gel ya li ber dibistanê kirin. Gel bi zorê ji dibistanê derxistin. Dibistan bi tevayî dorpêç kirin û mudaxele hîna berdewame.
(zt)
