Zarokên Şengalê dixwazin şopên qirkirinê ser xwe bavêjin

08:37

Zinarîn AYDIN / JINHA


DÊRIKÊ -  zarokên şengalê yên ku niha li qampa Newroz dijîn di derbarê demboriyên xwe yên rojên zor yên çiyayê Şengalê û reva xwe de diyar kirin ku ew dem di reviyan jî weke ku dê çete bigihin wan gelek di tirsiyan. Ji zarokên Şengalê yên qampa Newroz Evîn Cerdo got: "Min DAIŞ ne dîtin lê wan sere cîranek me jêkirin û keça wî ji xwe re birin. Min dema ew cîranê me dît ez gelek tirsiyam.”


Ji kurdên Êzidi yê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviya bûn û hinek ji wan niha li qampa Newrozê jiyan dikin, hîn jî êşa xwe tînin ziman. Gelek zarok ji tî û birçîna miribûn, gelek zarok hatibûn kuştin, gelek zarok nexweş ketibûn û hinek ji wan jî piştî ku xelas bibûn niha xwe di ewlehiyê de hîs dikin û careke din weke ku tiştek nebûye leystokên xwe berdewam dikin. Lê dema ku li ser bûyerên Şengalê ji wan tê pirsîn, tirsa ku ji DAIŞ’ê jiyan kiribûn di çavên wan de diyar dibe. Hin zarokan li gel ku çeteyên DAIŞ’ê  bi çavên xwe nedîtine jî dema ku qala DAIŞ’ê tê kirin lêvên wan ziwa dibin û bi kişandina keseran ve ji Ajansa me ya JINHA yê re qal kirin.


' Dema em direviyan jî min digot qey niha li pey me ne '


Zaroka deh salî  ya bi navê Evîn Cerdo zahmetiyên ku di rêde jiyan kiriye vegot. Evîn diyar kir ku ew gelekî ji DAIŞ’an tirsiya bû  û weha got: "Min DAIŞ ne dîtin lê wan sere cîranek me jêkirin û keça wî ji xwe re birin. Min dema ew cîranê me dît ez gelek tirsiyam, ji ber digotin DAIŞ’ê wiha kiriye. Dema em direviyan jî min digot qey niha li pey me ne û ewê me bigrin. Ez gelek ditirsiyam lê ez niha natirsim ji ber ku DAİŞ ne li virin." Zaroka 12 salî Heyam Seyîd jî dazanîn ku ew gelek ji çeteyên DAIŞ’ê tirsiyaye û dema k udi reviyan jî di rê de gelek zorî kişandine û wiha domand: "Me bi şev da rê em gelek westiyan, ji westanê em di nav pez de razan. Ji ber ku ez xwas bûm lingê min dêşiya û ji êşa lingên xwe, ji ber tî û birçnan ez digiriyam. Ez niha li vir rehetim tenê DAIŞ neyên me bese."


' Dengê guleyan dihate min ez gelekî ditirsiyam '


Zaroka 12 salî Suad Hecî jî anî ziman ku ew çar rojan di rê de mane. Suad  da zanîn ku wan gelek zahmetî di rê de kişandiye û ji tîna û birçîna bi zor dimeşiya lê ruxmî wê jî ne dixwest ku raweste û wiha got: "Min bi destê dayka xwe girtibû û her tim li du xwe dinerî bê ka DAIŞ bi du me de tên an na. Dengê fîşeka dihate min. Ez gelek ditirsiyam min digo qey wê li me bikeve. Niha ez kêfxweşim ku em li vêderê ne." Keça ciwan ya 15 salî Saniye Hemîd jî bilêv kir ku ew gelek tirsiya bû û got:"Ez bi rêde gelekî giriyam him ji tirsan him jî ji ber ku bapîrê min li wê mabû dilê min ser wî bû. Em niha kêfxweşin ku li virin, ev jî ji ber ku cematên PKK’ê bi me ve rabû, em biraderin."


' Baş bû ku çek tune bû '


Zarokê 8 salî Îmad Hesenkelê jî tirsa xwe ya ji DAIŞ’ê wiha anî ziman û got: “Em êdî niha natirsin.” Zarokê 12 salî Fahir talib jî weha axivî:"Hin zilamên DAIŞ`ê hatin mala me, çek dixwestin, bavê min got ‘tuneye’, wan jî got ‘emê li mala we bigerin heger me çek dît emê kurê te bivin.’ Lê baş bû ku çek tune bû. Ez pir ji wan tirsiyam ji lewma ez digiriyam. Rengê wan jî bi tirs bû derdora devê xwe girtibûn û riyê wanî dirêj di bin desmala wan  de xwiya dikir. Piştî ku ew derketin em bi lez ji malê reviyan û sê rojan bi rê de man, niha jî dema ku têne bîra min ez hinekî ditirsim lê ne weke destpêkê."


(za/zt)