'Ji derveyî ekonomiyê hiştina jinan êrîşek îdeolojîke'

08:53

Derya Ceylan- Şehriban Aslan / JINHA


AMED – Hînkara Zanîngeha Galatasarayê Neşe Ozgen di komxebata ‘Danasîna jinê ya aboriyê û terzê tevlibûna aboriyê’ de cîhgirt. Nezeş hem komxebat û hem jî xebatên aboriyê girştî ji bo jinan giring dît û got: “Ji xebatên aboriyê durxistina jinan û ew avêtina paş êrîşek îdeolojîke. Li hemberî van êrîşan mirov dikare hem xebatên jinên li Kurdistanê û hem jî yên feministên li Tirkiyê bibîne.”


Komxebata ku ji bo amadekariya Konferansa Aboriya Demokratîk a di 27-28’ê îlon ê de dê li Wanê bê lidarxistin ji bo 3 rojan ji aliyê KCD, Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin. Xebatkarên KCD û nûnerên DTSO’yê komxebata xwesar a bi navê “Danasîna jinê ya aboriyê û terzê tevlibûna aboriyê” birêvebirin. Di komxebatê de gelek akademisyenên ekonomiyê, ji saziyên jinan yên girêdayî DOKH’ê û karmendên jin jî din av de gelek jin amadebûn. Hînkara Zanîngeha Galatasarayê Neşe Ozgen ya ku di xebatên amadekariya komxebatê de cîh girtî diyar kir ku dê beriya konferansa ekonomiyê bi atolye û komxebatan ji bo aboriya herêmê gavan bavêjin.


‘Komxebatên ekonomiyê rewşek şoreşgeriye’


Neşe da zanîn ku bi armanca di xweseriya demokratîk de xîzkirina nexşerêya aboriyê ew van xebatan pêşdixin û wiha got: “Em di van komxebatan de li rêyên ji bo pêşxistina aboriya nû digerin. Ji ber wê jî ji bo aboriyê pêşxistina atolye û komxebatan em weke rewşek şoreşgerî dinirxînin.”


‘Divê pergala kooperatîfan baş bên têgihandin’


Neşe anî ziman ku dê pergala kooperatîfal li hemberî kaputalîzmê bibe pergalek alternatîf û domand: “Din ava pergala kooperatîfan de mirov pêdiviyên xwe, azdiya xwe û pêşeroja xwe dê nêrînên xwe bînin ziman. Ji ber em her çendî ne xwazin jî lê din ava pergala kaputalîzmê de dijîn. Yek ji sedemên serekeyê hişweşandina pergala kaputalîzmê jî pergala komunê ya din ava pergala kooperatîfên xweseriya demokratîk denin.”


Neşe balkişand ser tekoşîna jinan li hemberî pergala heyî û wiha berdewam kir: “Ji xebatên aboriyê durxistina jinan û ew avêtina paş êrîşek îdeolojîke. Li hemberî van êrîşan mirov dikare hem xebatên jinên li Kurdistanê û hem jî yên feministên li Tirkiyê bibîne.”


 (zt)