KJK: Her cihî bikin dibistan

09:24

JINHA


BEHDÎNAN - Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) girtina dibistanên Kurdî yên li Amed, Cizîr û Geverê şermezar kir û hikûmet bi gotina ‘Dest nede ziman, çand û dibistanên’ hişyar kir. KJK’ê diyar kir ku heta dibistan vebibin divê her der veguherin dibistanên Kurdî û boykot kûrtir bibe.


Koordînasyona KJK’ê nerazîbûn nîşanî girtina 3 dibistanên Kurdî da û got: “Bêtehemuliya li dijî dibistanên Kurdî, bêtehemuliya li djî gelê Kurde. Em wek Gelê Kurd û jinên Kurd qebûl nakin ku mifte li zimanê me bikeve û hikûmeta AKP’ê şermezar kir. Daxuyaniya KJK’ê wiha ye: “Gelê Kurd îsal jî ji bo mafê xwe yê mirovahî yê herî xwezayî wek her sal îsal jî li Tirkiye û Kurdistanê bi çalakî û boykotan daxwaza çareseriya perwerdehiya zimanê dayikê kir. Li Amedê dibistana Ferzad Kemanger, li Cizîrê dibistana Bêrîvan  û li Geverê jî dibistana Dayika Uveyş hate vekirin. Bi van dibistanan peyama ku ji bo hikûmetê hatiye dayîn aşkeraye. Gelê Kurd dê perwerdeya zarokên xwe ji însafa hikûmetê re nehêle.


Hikûmeta AKP’ê jî li hemberî daxwaza perwerda zimanê dayikê, li dibistanên dewletê dersa hilbijarte têr dibîne. Bi çend guherînan, lê di esasê de guherîn tune, asîmîlasyonê didomînin.Ev nêzîkatiyeke ku nayê qebûlkirinê, nêzîkatiyeke ku ji çareseriyê dure ye. mafê zimanê dayikê tu car nabe mijara bazarê. Zimanê dayikê li dibistanên taybet bi pereyan nayê kirin. Ev mafekî serekeye. Gelê Kurd xwedî mafe ku zarokên wan bê pere perwerdê bibîne.


Hikûmeta AKP’ê di dema hilbijartinan de îdia kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi biryarin û li ser nexşêrê dixebitin. Lê niha bi êrîşê gel dike dibistanan digire. Bêtehemuliya li dijî vekirina dibistanan, bêtehemuliya li dijî gelê Kurde. Ev êrîşeke li dijî gelê Kurde. Em wek gelê Kurd û jinên Kurd vê qebûl nakin. Em hikûmetê di vê mijarê de şermezar dikin, dibêjin ku dest nede ziman, çand û dibistanên me... Di vê esasê de em berxwedana gelê xwe ya li dijî girtina dibistanan û boykotê slav dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku çalakiyên xwe bilindtir bikin.”


(zt)