'Emê weke jin di Kurdistanê de karên mezin bikin'
09:53
Bêrîvan Sumer / JINHA
WAN – Komisyona Jinên Rêveberiyên Herêmiyên DBP’ê armanc kirin li 7 bajaran komferans lidarbixin û ji wan ji ya yekem li Wanê hat lidarxistin. Hevşaredara Erdemîtan Sevil Rojbîn Çetîn girêdayî xebatên Komisyona Jinên Rêveberiyên Herêmiyên DBP’ê wiha nirxandin kir: “Emê ne tenê weke jinên hevşaredar yan jî xebatkarên şaredariyan, her wiha emê weke din ava hemû sazunaniyên civakê de jinên cîh digirin ji Wanê despêbikin û li tevahiya Kurdistanê xebatên mezin bidin despêkirin.”
Komisyona Jinên Rêveberiyên Herêmiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên ku dê bi duruşma “Emê ax, av û enerjiya xwe bikin komun. Jiyana azad û demokratîk avabikin” dê li bajarên weke Amed, Agirî, Sêrt, Colemêrg, Wan, Bidlîs û Rihayê konferansan li darbixin. Standa “Konferansa Komisyona Jinên Rêveberiyên Herêmiyên DBP’ê” li Wanê hat dayîn. Konferans li Salona Konferansê ya Şaredariya Erdemîtan bi beşdariya nêzî 100 delegeyan pêkhat. Du rojan konferansê berdewam kir û di konferansê de nirxanidnên giring hatin kirin. Hevşaredara Erdemîtan Sevil Rojbîn Çetîn girêdayî xebatên Komisyona Jinên Rêveberiyên Herêmiyên DBP’ nirxand.
‘Armanc jin zêdetir xistina nava xebatên jiyana xwezayî’
Rojbîn da zanîn ku armanca wan ewe ku jin tenê di aliyê civakî û çandî de nemînin derbazî jiyana xwezayî jî bibin û wiha got: “Em bi persepektîfa vegera li cewher ketin rê û me bi wê hişmendiyê konferans jî li darxist.”
‘Emê weke jin karên mezin bikin’
Rojbîn balkişand ser xebatên jinan yên din ava Wanê de û wiha domand: “Emê ne tenê weke jinên hevşaredar yan jî xebatkarên şaredariyan, her wiha emê weke din ava hemû sazunaniyên civakê de jinên cîh digirin ji Wanê despêbikin û li tevahiya Kurdistanê xebatên mezin bidin despêkirin. Jinên ku ji cewher û xwezayê hatine qetandin, carekedinê vegera wan ya li cewher û xwezayê dê hêj zêdetir bi hêz be. Ez hêvîdarim ku dê jin bi giyan û baweriya xwe ew hêza di hindirê xwe de veşartî derxîne holê.”
(zt)

