Li Rihayê mirina bi guman

10:39

JINHA 


 RIHA – Li Rihayê jinek mirî hat dîtin. Li gorî ekîba tenduristiyê li situyê wê de şopên ben hebû ji ber wê jî dibe ku ew bi ben hatibe xeniqandin.


Li taxa Yenice ya navçeya Eyyubiye yê ya Rihayê jinek ciwan di temenê 30 saliyê de mirî hat dîtin. Li gorî agahiyan dema welatiyan jina ciwan li kolanê mirî dîtine agahî dane polîsan. Dema ku ekîba tenduristiyê hat cihê bûyerê li ser jinikê nêrîn nasname tunebû. Dema ku ekîba tenduristiyê li jinikê nêrîn di situyê wê de şopên ben hene ji ber wê jî dibe ku jin bi ben hatibe xeniqandin.


Cenazeyê jina ciwan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edliya Rihayê.


 (zt)