Zarokan li dibistana Dayîka Uveyş dest bi waneyê kirin
11:09
JINHA
COLEMÊRG - Li Geverê, piştî rakirina mora girtinê Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş, bi formayên xwe yên nû dest bi waneyê kirin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a perwerdeya bi zimanê dayikê duh ji aliyê polîsan ve hatibû morkirin û gel jî mor rakiribû, dibistan ji nû ve vekiribû. Danê sibê jî malbatan zarokên xwe anîn dibistanê. Piştî ku forma (kincê dibistanê) li xwendekaran hatin belavkirin, xwendekar dest bi dersê kirin. Duh bi şev jî, li hemberî destwerdaneke gengaz, ciwanan li derdora dibistanê nobed girtin.Piştî ku mora girtinê duh li dibistanê hat xistin, 50 xwendekaran qeyda xwe li dibistanê çêkirin.
Îro saet di 13'an de wê li Mala Gel a li Taxa Cûmhûriyetê ji aliyê Kurdî Derê ve perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn. Li aliyê din, komeke ji endamên YDG-H yên morkirina Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a bi fermana Walîtiya Colemêrgê şermezar dikirin, nîvê şevê li pêşberî dibistana Kurdî Lîseya TOKÎ Anadolû, Dibistana Seretayî ya Gazî, Dibistana Seretayî ya Halît Okay û Dibistana Seretayî ya Ûgûr Sitki şewitandin.
Li hemberî girtina dibistanên kurdî li herêmê û tevahiya Tirkiyê bertek zêde dibin.
(zt)
