Çeteyên DAIŞ’ê Kelha Selhedînê Eyubî teqandin

11:45

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAIŞ’ê kelha Tikrîtê a weke Kelha Selhedînê Eyubî tê naskirin ku yek ji şonwarên kevin ên Îraqêye teqandin.

Kela Tikrîtê bi cihê jidayîkbûna Selhedîn Eyubî tê naskirin ku di navbera salên 532-538’an de hatiye avakirin. Çeteyên DAIŞ’ê berî niha jî gelek şonwarên dîrokî û bermayên şaristaniya Îraqê teqandin, şewitandin, tar û mar kirin. Hinek ji wan şonwaran jî yên weke ziyaretgeha Nebî Yunis û Nebî Şês, Nebî Cercîs û herî dawî jî Kelha Selhedînê Eyubi ya li Tikrîtê ye teqandin.


(zt)