Xwendekarên Elman Ahmet Turk ziyaret kirin
15:14
JINHA
MÊRDÎN - Komeke xwendekarên ji Elmanyayê hatîn, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ziyaret kirin û der barê pirsgirêkên ser sînor û rewşa Êzidiyên ji êrîşên DAIŞ'ê reviyan û li Mêrdînê bicih bûn de agahî wergirtin.
Komek xwendekarên ji Elmanya hatin, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li meqama wî ziyaret kirin. Ahmet Turk xwendekarên ji derveyî welat hatin, li ber deriyê odeya meqama xwe pêşwazî kir. Hevşaredar Ahmet Turk kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana xwendekaran anî ziman û bersiv da pirsên xwendekaran ên ser pirsgirêkên ser sînor û rewşa Êzidiyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê reviyane hatine Mêrdînê. Ahmet da zanîn ku heta niha derdora 30 hear Êzidî hatine Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir ku Mêrdînî jî di vî warî de barê dikeve ser milê xwe hildigirin.
Piştî hevdîtinê xwendekar çûn serdana Êzidiyên li herêmê.
(zt)

