Gundên derdora Kobanê ji ber topbarana DIAŞ’ê direvin nava bajêr
15:29
JINHA
KOBANÊ - Ji ber şer, pevçûn û topbarana çeteyên DAIŞ’ê yên ser herêma Kobanê, şêniyên gundan ji neçarî koçberî navenda Kobanê dibin.
Gundên rojavayê herêma Kobanê jin û zarok ji ber bombabarana çeteyan koçberî herêma Kobanê bûn, zilam jî li gund bi YPG`ê re parastina gundên xwe dikin. Welatî ji gundên Bêralos, Derbazin, Zerik, Qinê, Talik, Êlecax, Degirman û Qordînê serê sibehê neçar man koçberî herêma Kobanê bûn, ji bo jin û zarokên xwe biparêzin.
Welatiyên koçberî herêma kobanê bûn dan zanîn ku du rojin gundê wan rastî bombebarana çeteyên DAIŞ’ê tên. Heya niha jî êrîşên çeteyan bi giranî ser gundên welatiyên sivîl berdewam dike.
(zt)
