Li Agiriyê konê alikaiyê rastî eleqeyek mezin tê
08:43
JINHA
AGIRÎ – Weke hemû navendên herêmê li Agiriyê jî konên ji bo alîkariya Rojava û Şengalê hatîn vedan rastî eleqeyek mezin tên. Yên ku alîkariyê tînin kon her roj pariyê zarokên xwe bi zarokên Şengalê re par dikin. Zarokên ku dema diya wan daçuna wan ya rojane ji bo dibistanê didinê wê dahatê tînin kon û tevlî alîkariy jî dikin hene.
Li hemû deverên herêmê ji bo Rojava û Şengalê yên bûyîn hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê standên alîkariyê hatine danîn û alîkarî tên komkirin. Ev nêzî mehekêye li her derê konên alîkariya ji bo Rojava û Şengalê hatine danîn û heya niha gelek alîkarî hatine komkirin. Yek ji wan konên alîkariyê jî li ser cadeya Cumhuriyetê ya navenda Agiriyê di 28’ê tebaxê de hatiye vedan û heya niha gelek alîkarî hatiye komkirin. Alîkarî lig undan jî tê konkirin û dê heya cejna qurbanê berdewam bike. Hemû welatiyên li ber kon re diborin bi qasî ku dikarin alîkarî dikin.
‘Li hemberî Şengalê her kes ker û korin’
Welatiya bi navê Pinar Taçyildiz ya ku alîkari ya xwe beşdarî konê alîkariyê kir diyar kir ku serdestên heya niha gelek êş bi kurdên herêmê dane kişandin, niha jî bi Şengaliyan didin kişandin û got: “Li agiriyê karmend hene, ew jî dikarin beşdarî alîkariyê bibin. Lê çavê her kesê gitiye, korin û xwe nebihîstî dikin. Em dixwazin her kes beşdarî alîkariyê bibin.”
‘Dema dêm kon bi destê vala nayêm’
Welatiya bi navê Makbule cengîz ya ku wê jî bi qasî derfetên xwe alîkarî dayî da zanîn ku ew her roj tê cihê konê alîkariyê û dema tê jî bi destê vala nayê û wiha domand: “Em bang li hemû gel dikin ku başdarî alîkariyê bibin. Em li benda alîkariya her kesêne.”
‘Daçuna me ya dibistanê ji bo Şengal û Rojavaye’
Zarokên ji bo daçuna dibistanê ji dayîk û bavên xwe pereyan digirin û dema ji malê derdikevin jî rast diçin konê alîkariyê di avêjin qotiya alîkariyê de jî hene. Yek ji wan zarokên daçuna xwe ya dibistanê bi hevalên xwe yên heman tekoşîna jiyanê li Şengal û Rojava didin re par dike jî Îsmaîl Erben ê 10 saliye. Îsmaîl anî ziman ku hevalên wî li Şengal û Rojava di şertên zor de jiyan dikin û wiha berdewam kir: “Ez li vêderê bang li hevalên xwe yên ji baweriyên cuda hî dikim. Bila ew jî beşdarî alîkariya ji bo Şengal û Rojava bibin.”
Wêne: Baci Anuk
(zt)

