'Xwezî zimanekê kariba dîtinên wan çavên şîn dîtî bîne ziman …'

09:36

Roza Amed - Arjîn Garzan / JINHA


DÊRIK – Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Rojava û Herêma Federala Kurdistanê gelek kesan koç kirin û gelek ji wan koçberan jî li kapman hatin bicîh kirin. Her jinek yên koçber xwediyê çîrokek zor û dijwarin. Hem jî çîrokên bi êş yên nehatine gotin jî hene. Dayîka Mercan jî tenê ji wan yeke… Dayîka Mercan ji hezaran jinên ji destê DAIŞ’ê rozgarbûyî yeke. Din ava jiyanê de bêdenge, lê di hindirê wê de qêrînên veşartiyên ku kes na bihîsin hene, cîhana wê ya hindir û bi êş xwe li ser çavên wê didin diyar kirin.


Êzidiyên ku ji Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koç kirine û lig elek cihan di kampan de dijîn hewil didin şopên şer ji bîr bikin û birînên xwe bipêçin. Gel ji Şengalê bi alîkariya YPG, YPJ, HPG û YJA Star ji nava qirkirinê hatin rizgar kirin. Dema ku mikrojîn dirêjî wan jinan tên kirin; hinek ji wan nikarin ser rondikên çavên xwe serwerbin, hinek ji wan jî gewriya wan tejî dibin cardin jî hewil didin tuştên ku jiyan kirine bînin ziman. Jinên k udi peyîven din ava gotinên wan de bûyerên bi êş yên weke hinekan xwişka xwe, hinekan birayê xwe, hinekan dayîka xwe û hine kan jî şewata cigerê ango zarokên xwe wenda kirine…


Li ber derê konekê jinek çavşîn ya k udi xetên ser ruyê wê de gelek tuşt dide îfadekirin heye. Emê hinek ber bi wê biçin, dema kum e bibîne dê ser xwe ve bê, xwe bide hev û li cihê xwe rûne. Jina ku em dixwazin pêr bipeyîvin niha tenê l ime dinêre. Em di gava despêkê de tênagihin gelo çim ali gel men a peyîve? Me gelek pirs kirin, lê tenê çavê jinikê yên şîn li gel me di peyîvî.


Ji bo ku em çîroka jina çavşîn û por sipî bizanîn yan dibê em li konekê runin û li gel jinek ya wê nas dikin bipirsin, hîn bibin ku çim ali gel men a peyîve? Lê gotina ku hat guhê me em din ava şoqê de hêlan. Gotina ku Dayîka Mercan bê zimane. Ew êşên wê kişandine ku niha bûne xet ser çavên wê nikare b ime re par bike. Her kesê çîrokek heye. Çîroka wê jî heye… Ax we ziman, xwezî ew tuştên ku wan çavên şîn dîtî karibana b ime re par bike. Kî dizane ew dixwaze çî bêje û bi me re par bike… Ne me dikarî em tuştekê têbigihin, ne jî wan çavên şîn dikarî tuştekê ji bom e bêje. Em hinek dixwazin di derbarê wê de agahiyan bidin. Em di derbarê wê de vana hînbûn:


“Dayîka Mercan yek ji hezaran jinên ji Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê xwe rizgar kiriye û li kampa Newroz bicîh bûye… Ew 80 saliye û bêkese. Wê gelek mirovên xwe di êrîşê de wenda kir. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bi tena serê xwe reviyaye û xwe sipartiye çiyayê Şengalê. Her çendî ku rastî zoriyan hatiye lê li ber xwe daye û gav paş de ne avêtiye. Di dawiyê de wê xwe gihandiye komên dawi û wiha hatiye kampa Newroz.”


Em tenê di derbarê dayîka Mercan de vana dizanin… Gelo heger wê gotibana û me jî guhdar kiribana mad ê ev qas gotibana?


(zt)