Her çendî ew mor bikin em jî dê jêbikin’

10:03

JINHA


COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî Dibistana Seretayî ya Dayîka Uveyş cara duyemîn hate morkirin gelê Geverê careke din mor jê kir û dest bi perwerdehiyê kir.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan serê sibê seat di 05.00'an de bi ser Dibistana Seretayî ya Dayîka Uveyş a ku li taxa Esenyurtê ji aliyê Şaxa KURDÎ-DER'ê ve hate vekirin de girtin û deriyê dibistanê yê derve û hundir şikandin. Piştî lêgerîna li dibistanê pêk anîn li ser fermana Waliyê Colemêrgê dibistan cara duyemîn mor kirin. Xwendekar û malbatên srê sibê hatin dibistanê dîtin ku dibistan carekek din hatiye morkirin û got, "Her çendî ew mor bikin em jî dê jêbikin. Em dê vê dibistanê bidin jiyîn." Mor jê kirin û ketin dibistanê. Xwendekarên derbasî polan bûn perwerdehiya xwe berdewam kirin.

(zt)