Denîz Firat hat bibîranîn
10:27
JINHA
HEWLÊR - Li Hewlêrê biboneya 40 rojiya şehîdeta rojnameger Denîz Firat bi beşdarbûna Wezîr, Parlamenterên Herêma Federal a Kurdistanê, nivîskar, rewşenbîr û sedan kesan merasimeke bîranînê hate lidarxistin.
Li hola Medya ya Hewlêra Herêma Federal a Kurdistan biboneya şehîdbûna rojnameger Denîz Firat ku di 8’ê tebaxê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên li ser herêma Mexmûrê li çiyayê Qereçoxê jiyana xwe ji dest dabû merasimek hate lidarxistin. Merasim ji aliyê Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Federal a Kurdistanê ve hate lidarxistin. Malbata rojnamevan Denîz Firat, Wezîrê Rewşenbîran Xalid Doskî, serok û endamên Lijneya Rewşenbîrî, Ragehandin û Hunerî yê Parlamentoyê, endama Serkirdeyatiya PDK'ê Çinar Seed, Parlamenterê PDK’ê Umîd Xoşnaw, PÇDK, Berpirsyara Giştî ya Encumeniya Jinan a Herêma Kurdistanê Pexşan Zengene, Cîgirê Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Federal a Kurdistanê Azad Hemed Emîn, gelek nivîskar, rewşenbîr û bi sedan gel di merasimê de amade bûn.
Li ser dîwarên holê wêneyên mezin ên Denîz Firat hatin daliqandin. Mûmên ku hatibûn amadekirin ji bo bîranîna Denîz Firat ji aliyê malbatê ve hatin pêxistin û li kesên tevlî merasimê bûn rozetên wêneyên Denîz Firat li ser heyî hatin belavkirin.
'Denîz Firat peyama yekîtiyê daye me'
Destpêkê ji bo bîranîna hemû kesên ku di riya demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin û li see navê sendîqayê Cîgirê Serokê Sendîkaya Rojnamegeran Azad Hemed Emîn axivî. Hemed Emîn got ku Denîz peyama yekîtiyê ji bo gelê kurd daye û ev tişt anî ziman: “Deniz jî tevlî nava karwanên şehîdên çapemeniya azad a Kurdistanê bû. Heval Denîz bi şahadeta xwe careke din peyam da me ku çawa weke nan û av pêwîstiya gelê kurd bi yekîtiya neteweyî heye, wisa jî pêwîstiya me bi avakirina sendîqayek a rojnamegerên her çar parçeyên Kurdistanê heye.”
Piştî axaftinê du helbestên bi zaravayê Soranî hatibûn nivîsîn hatin xwendin. Di peyama peyama hevbeş a Ragihandina Jinên Azad (RAJIN) û Yeketiya Ragihandina Demokratîk (YRD) jî hat xwendin.
'Ez bi Denîz serbilind im'
Li ser navê malbata Denîz Firat, dayika wê Sultan Yildiztan axivî. Yildiztan destpêkê bi xêr hatina her kesî kir û spasiyên xwe pêkêşî amadekarên merasimê kir. Sultan wiha axivî: "Ez bi Denîz serbilind im. Dê kameraya wê bêxwedî nemîne. Ligel Denîz du xwişkên wê yên din jî di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane. Wan sozek dabû min, wan soza xwe pêkanîn û canê xwe ji bo gelê xwe feda kirin. Niha dora min ezê soza xwe pêkbînim. Ez niha deyndarê wanim.” Sultan da diyarkirin ku, “Ez soz didim di rêya wan de bimeşim. Ji bo azadiya Kurdistanê çi pêwîst be ez ê bikim.”
'Serkeftin dê ya me be'
Yildiztan bal kişand ser girîngiya yekîtiya kurdan û wiha pêde çû: "Niha li vir ez dibînim ên me yên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat hene. Yekîtiyek heye. Ya herî girîng jî yekîtiya kurdan e. Dubare spasiya we hemûyan dikim û dibêjim serkeftin dê ya me be.”
Piştî axaftina Yildiztan, li ser jiyana Denîz Firat sînevîzyona ku hatibû amadekirin, hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê merasima bîranînê bi bi brezkirina dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
(zt)

