Li Kobanê şer bi dijwarî didom e
11:09
JINHA
KOBANÊ – Ev sê rojin başûr, rojhilat û rojavayê Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve têne bombebarankirin. Di heman demê de li gundê Korikê, Xanê û Aydanê pevçûn di navbera şervanên YPG ê û çeteyên DAIŞ’ê de didome.
Şer û pevçûnên bi êrîşên 15'ê Îlonê re destpê kirin, li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê bi dijwarî didome. Lig ora nûçeya ANF’ê ev sê rojin li başûr, rojhilat û rojavayê Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve têne bombebarankirin. Niha li gundê Qumçê, Kunheftar, Cadê, Qilheydê, Sêvê yên başûrê kobanê bi dijwarî pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de didome. Li gundê Degirman, Boraz, Zerik, Talik, Cibilferec, derdora girê Zagros ên rojavayê Kobanê pevçûn di navbera Şervanên YPG ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî didome. Di heman demê de li gundê Korikê, Xanê û Aydanê pevçûn di navbera şervanên YPG ê û çeteyên DAIŞ’ê de didome.
Çeteyên DAIŞ’ê îro danê sibê, 3 fuzeyên Girad ji başûrê Herêma Kobanê avêtin navenda bajarê Kobanê. Di encamê de tu ziyanên berçav derneketin.
Tê gotin ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatiyên herêmê bitirsînin û koçber bikin, şerê psîkolojî li dijî herêmê dimeşînin.
(zt)

