Ji Şaredariya Rezan Bazara Jinan ya Gerok
12:47
JINHA
AMED – Ji bo beşdariya jinan nava xebatan û di aliyê aboriyê de alîkarî dayîna malbata xwe ji aliyê Şaredariya Rezan ve ji bo jinan bazara jinan ya gerok hatiye avakirin.
Bazara jinan ya gerok ku ji aliyê Şaredariya Rezan ya Amedê ve bi armanca beşdarbûna jinan ya nava kar û di aliyê aboriyê de alîkarî dayîna malbata xwe hatî avakirin her ku diçe mezin dibe. Di bazara gerok ya jinan ya ku cara yekeme ji aliyê Şaredariya Rezan ve hatiye avakirin jinên din ava karkerên demsalê de jî cîh digirtin hene. Din ava Tirkiyê de yek ji pirsgirêkên herî mezin jî bêkarî û karkeriya demsalêne. Bazara gerok ya jinan ku bi armanca pêşîlêgirtina karkeriya demsalê ya nava zeviyan û bilind kirina îstihdama jinan nava kar de her roj li cihekê tê vekirin. Koordunatora Jiyan Semt Bazarê Saniye Varli diyar kir k udi hefteya duyemîn de bazara jinan ya gerok rastî eleqeyek mezin tê û heya niha du qat bûye û wiha got: “Bazara ku tenê jin têde dixebitin din ava taxê de memnunyetek mezin daye çêkirin.”
‘Bi dehan jin din ava karkeriya demsalê de dixebitin’
Saniye armanca bazara gerok ya jinan diyar kir û balkişand ser rewşa jinên kurd yên din ava bitatên Nevşehîrê û pembûyên Çukurovayê û wiha domand: “Armanca serek ya Bazara Jinan ya Gerok ewe ku pêşî li karketiya demsalê ya jinan bê û îstihdama jinan zêde bibe. Niha li vêderê bi dehan jinên karkeriya demsalê kirine dixebitin. Di heman demê de ev bazar çandeke. Şêweyek yê dan û sitandinek ehlaqî çawan tê kirine.” Ji jinên taxê yên tên bazarê tuştan digirin Cezmi Casur jî diyar kir ku bazar bi destê jinan gelek xweşiktir dibe.
(zt)

