DOKH'ê li hemberî êrîşên DAIŞ'ê banga beşdariya çalakiyê kir

13:59

JINHA


AMED – Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê bi minasebera êrîşên ser kantona Kobanê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hati diyar kirin ku her êrîşên ser kantona Kobanê û şoreşa Rojava tê wateya êrîşên ser şoreşa jinên Rojhilatanavîn. Her wiha di daxuyaniyê de bang di serî de li jinan, hemû gelê kurd û ciwanan hat kirin ku biherikin ser sînorê Pirsusê û beşdarî çalakiya Pirsusê bibin.


Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê bi minasebera êrîşên ser kantona Kobanê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên modernîteya kaputalîst bi navê dewletên netew sînor xêz kirine û her roj ser gelên Rojhilatanavîn qirkirinan dikin. Li hemberî van qirkirinan jî gel bi hêza xwe ya cewherî xwe diparêzin.”


Di daxuyaniyê de balhat kişandina ser berxwedana Şengal, Rojava, Mexmûr û Kobanê û wiha hat domandin: “Rêxistina me ya azadiyê li hemberî van êrîşan vîna gelan rizgar dikin. Gelê me jî din ava fedekariyek mezin denin. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku şoreşa Rojava bi xeniqînin ji sê aliyan ve êrîşî Kobanê dikin.


Bi vê bûneyê parastina hemû nirxên pêşeroja me şoreşa Rojava û şehîdên me yên qehreman afirandin di serî de erkê me jinane. Civaka azad ya ku bi îdeolojî û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd û tevgera me şêwe girtî dê tucarî li hemberî van êrîşan gav paşde ne avêje. Em weke Tevgera Jinên Azad û Demokrat di serî de bang li jinên kurd, ciwanên kurd û hemû gel dikin ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê biherikin ser sînorê Pirsusê û beşdarî çalakiya me ya li wê bibin. Em her kesî vedixwînin berxwedana Pirsusê.”


 (zt)