Rojda Baran: Dê di demek nêz de dibistanên Mexmûrê despêbikin
08:36
Esmer Tunç/JINHA
MEXMÛR - Ji ber sedema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Wargeha Mexmûrê û paşde xistina vebûna dibistanan Rêvebera Dibistanên Wargeha Mexmûrê Rojda Baran axivî û got: “Ji bo vekirina dibistanan wê di demek nêz de dest bi qonaxa perwerdê ya sala 2014-2015 bê kirin.”
Di 13’ê Îlona sala 1995’an de serdestên mêtînger êrîşî ser wargehê kirin û di êrîşê de berpirsa wargehê ya wê demê Zeyneb Erdem (Jiyan) jiyana xwe ji dest da. Ji wê demê heya niha her sal di 13’ê Îlonê roja salvegera Zeyneb Erdem de dibistanên wargehê despêdikirin. Di hemû şert û mercên giran de xwendekaran li gel hemû koçberî û zoriyan xwendina xwe berdewam kirin. Lê mixabin îsal DAIŞ’ê destên xwe yên qirêj gihandin wê jî. Wargeha penaberan a Mexmûrê yek ji cihên ku bûne hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ye. Di 6’ Tebaxê de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Mexmûr hat valekirin. Bi berxwedana Milisên wargehê li gel gêrilayên HPG û YJA STAR di 10’ê tebaxê de wargeha Mexmûrê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rozgar kirin. Gelê wargehê carekdin vegeriya ser cih û malên xwe. Di derbarê despêkirina sala nû ya xwendinê li wargeha Mexmûrê Rêveberiya dibistanên Wargeha Mexmûrê Rojda Baran ji JINHA yê re nirxandin kir.
‘Di wargehê de bi giştî 6 dibistanên me hene’
Rojda Baran di derbarê vebûna dibistanên wargeha Mexmûrê de wiha axivî: “Di wargeha penaberan a şehîd rûstem de bi giştî 6 dibistanên me hene. Çar ji wan dibistanan yên seretayîhene kû bi navê; Ş. Mehmet Karasungor, Ş. Nurî Dêrsimî, Ş. Salih Kendal û Mehmet kurd in. Dibistana meya navîn binavê Ş. Jiyan û ya amedeyi jî bi navê Ş. Koçerin e. Di nav van dibistanan teva de ji sê hezari zêdetir xwendekar têne perwerdekirin. Rojda di derbareê vale kirina wargehê de jî wiha got:“Tê zanin ji ber xeteriya êrişên çeteyên DAIŞ’ê wargeh di şeva 6’ê tebaxê de hate valakirin. Gelê wargehê li başurê Kurdistanê, hin navçeyên bi navê Haci Awa, Çar Qurne, Ranya di mizgeft û dibistanan de hatin bi cih kirin.”
‘Niha piraniya gel zivirine wargehê’
Rojda diyar kir k udi dema valekirina wargehê de Hikumeta Herêmê alîkarî neda wan û wiha domand: “Ji ber Hikumeta Herêmê ji bo kurdên penaber cihekê, bikaribin lê bimnin neda. Din ava demeke kin de gerillayên HPG û YJA star û milisên wargehê DAIŞ ji herêma mexmûrê derxistin. Ji bo na vê ji gelê wargehê hêdî hêdî vegeriyan. Niha piraniya gel zivirine wargehê û dibin ewlehiya hêzên gerilade dijin.”
‘Di mercên asayî de pêwîst bû di 13‘ê îlonê de dibistan hatibana vekirin’
Rojda li ser diroka vekirina dibistanan ji wiha berdewam kir: “Di mercên normal yên asayide pêwîst bû di 13‘ê îlonê de dibistan hatibana vekirin, pêvajoya perwerdê û hindekariya sala 2014-2015 hatiba destpêkirin. Lê ji ber sedemên ku me di jor de diyar kirin, wê dibistan ev îsal direng bê vekirin. Di vê hêlê de hem rêveberiya dibistana hem ji mamosta di nava xwebatên amadekari yên bi lez û bez dene. Ji niha de qeydên zarokan, ji bo xwendina dibistanan hatin destpêkirin, her wiha tevahî amedekariyên din yên pêwîst ji têne bi cih anin. Li hêla din ji qonaxa dûyem ya ezmûnên zanko ji destpêdikin ser vê babetê malbat û xwedekar di derbarê cih û dirok de hatine agahdarkirin. Her çendi ku çeteyên DAIŞ’ê di xwastin tirsa mîrinê ser derdor serwer bikin, bi riya vekirina dibistanan û bi destpêkirina sala nû ya perwerdê û hinkariyê, emê bersiva pêwist bidin wan. Ji ber Bersiv diyare, cihê kurdê berxwedêr lê hebe, li wir jiyan, fêrbûn û pêşveçun heye.”
‘Dê di demek nêz de dest bi qonaxa perwerdê ya sala 2014-2015 bê kirin’
Rojda da zanîn ku ew weke mamostayên wargehê din ava amadekariyên vekirina dibistanê denin û wiha pêde çu: “Weke mamostayên wargehê me civinên xwe li darxistin. Civina heri dawî jî me lî wargehê çêkir. wê qeydên dibistanan ji, di 18 mehê de we bêne destpêkirin. Amadekariyên ezmunên zanko ji wê 21’ ê mehê li wargehê bêne despêkirin. Ji bo vekirina dibistanan ji wê di demek heri nezîk de dest bi qonaxa perwerdê ya sala 2014-2015 bê kirin.”
‘Dibin xeteriya şer de, jiyan û çuna dibistanan zore’
Rojda di derbarê şert û mercên niha li wargehê tê jiyan kirin û pskolojiya mamosta û xwedekaran de ji wiha got: “Bê goman rewşa şer û koçberiya bi darê zorê, li derveyî mercên cesteyî, di hêla deronî de ji bandor ser mirovan dike. Ev rewş hem ji bo mamostayan hem jî, ji bo xwendekaran ji wihaye. Her çendi dibin xeteriya şer de, jiyan û çuna dibistanan zehmet be jî, lê dibin ewlehiya hêzên gerilla de bûyin, vê xeteriyê ji holê radike. Ji ber em dizanin gêrilla parastina ewlehiya me dike. Ev di be sedem kû di milê deronî de em bi aram bibin.”
(et/zt)

