Ji bo konsera piştgiriya bi Şengalê re bang

11:48

Sarya GOZUOGLU / JINHA


AMED - Dê ji aliyê Yekitiya Hunermendên Demokratîk ve di 25 îlonê de li Otela Kervansaraya Amedê ji bo piştgirî dayîna bi gelê Şengalê re konser were dayîn. Ji hunermenda NÇM’ê Ayfer Duzdaş diyar kir ku ji bo kongerê demek kin maye û wiha got: “ Divê welatiyên me, me û gelê Şengalê tenê nehêlin ji ber ku bîletên ku werin girtin wê hinekê êşên gelê Şengalê kêm bike û ruyê wan hinek jî be xweş bike.”


Yekitiya Hunermendên Demokratîk bi boneya piştgiriyê bidin gelê Şengalê ku rastî komkujiyê hatine dê di 25’ê îlonê de li Otela Kervansaraya Amedê konserê li darbixe. Dê nêzî 30 hunermendên dinava wan de; Pinar Aydinlar, Ferhat Tunç, Tolga Sag, Yusuf Çetîn, Necmettîn Xulamî û Taxsîn Xidir hene başdar bibin. Konsera ku dê Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî beşdar bibe wê sînevîzyon jî were pêşandan. Têkildarî konserê hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Ayfer Duzdaş axivî û destnîşan kir ku dê hunermend li hemberî komkujî û mêtingeriya ku li hemberî gelê Şengalê pêk hat biqîrin. 


‘Gelê şengalê bıtenê nîne’


Duzdaş diyar kir ku hatiniya konserê dê bi temamî ji gelê Şengalê re bê rêkirin û wiha axivî: “Dê bi hatiniya konserê ji bo gelê Şengalê ku zivîstan nêz dibe dê konteynir werin kirîn. Divê ku gelê me, me û gelê Şengalê di 25’ê îlonê de bitenê nehêlin ji ber ku bîletên werin girtin hinek jî be wê êşa gelê Şengalê kêm bike û ruyê wan geş bike.”


‘Hesasıyeta hunermendan’


Lîstikvanê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê û Organîzasyonê konserê Emîn Yalçinkaya jî diyar kir ku hedefa konserê ya sereke pişgiriya bi gelê Şengalê re ye û wiha pêde çû: “ Em di heman demê de hedef dikin ku hesasiyeta hunermendan bi gel bidin parvekirin. Em bi gel re têkiliyek cîdî datînin ji bo vê jî em tepkiyên baş digirin. Gelê me di noqteya Şengalê de pir hesase." 


‘Hunermend û rewşenbîr’


Yalçinkaya anî ziman ku wana bi hunermendên Tirkiyeyê yên rojava re destpêkek nû pêk anîne û ev tişt anî ziman: “Ev konser di heman demê de hedef dike ku ji Amedê heta Stenbolê û Enqereyê xelekeke hestiyariyê pêş bixe.” Yalçinkaya destnîşan kir ku lazim e hunermend li hemberî geşedanên civakî hestewa tevbigerin û axaftina xwe wiha domand: “Vê hestewariyê di yelpazeyeke berfireh de derkeve pêşberî civakê dê bandora xwe jî mezintir be. Bi hêviya ku rewşa heyî ya Şengalê jî ji bo berfirehkirina vê yelpazeyê bibe zemîneke baş, ez di wê baweriyê de me ku divê hunermend û rewşenbîr di mijarên bi vî rengî de zêdetir di nav liv û tevgerê de bin.”


(aw)