Di şerê li Kobanê de 60 çete hatin kuştin

12:18

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN -  Şervanên YPG'ê li herêma Kobanê 60 çeteyên DAIŞ'ê kuştin û 3 tangên wan rûxandin.


Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêma Kobanê ji hersê aliyan ve bi dijwarî didomin. Şevê din şervanên YPG/YPJ'ê baragehên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Bexdîkê ya li rojhilatê herêmê hedef girtin. Di çalakiyê de zêdetirî 60 çete hatin kuştin, 2 tang hatin rûxandin û tangek jî hat bêbandorkirin. Şer û pevçûn li gundên Bixêdîk û Celebiyê yê li rojhilatê herêmê didomin.


Şervanên YPG'ê li gundên Dugirman, Boraz û Derbazanê yê li rojavayê herêmê tangek, 2 tirimpêlên doçka liser ên çeteyan rûxandin û gelek çete kuştin. Gundê Derbazan, Eylçax û Girê Zagros ên li rojava ji aliyê çeteyan ve rastî topbaranê tên. Hat gotin ku çeteyan li rojava Çemê Firatê li beramberî gundên Dugirman û Borazê tangeke xwe bicih kirine û van gundan topbaran kirin. Li gundê Qumçî yê li başûrê herêmê rastî topbaranê hat û li gund şer û pevçûnên dijwar rû dan. Ji ber topbarana zêde ya li dijî van gundan, şêniyên herêmê û bi taybet jin û zarok berê xwe didin bajarê Kobanê û hinan jî berê xwe dan sînorê Tirkiyeyê.


(zt)