‘Baldarbûn çuyîna ber sînor û tevlî berxwedana Kobanê bûyîne’
12:59
JINHA
AMED – Piştî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê gelê kurd bêyî ku dem winda bikin dê ji her cihên li wir in ber bi sînorê Kobanê ve bi herikin. Bi biryara ji hêla navenda DBP’ê ve hatî girtin de bi plansaziyeke bilind li hemû bajarên li heremê bi hezaran kes li hemberî êrîşan hestiyariyê nîşan bidin û ber bi sînor ve bimeşin.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê li ser kantona Kobanê hatiye kirin de gelê kurd jî ji bo van êrîşan vala derbixe û xwedî li berxwedana Kobanê derkeve ber bi sînorê Kobanê ve bi herikin. Di çaremîn êrîşan de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk, hemû plansazî û bernameyên xwe betal kirin, bi biryarekî navenda DBP’ê ji bo li bajarên ku li wir birêxistinkiriye ber bi sînorê ve biherike, bangewazî hate kirin. Alîkarê Hevserokê Giştî ya BDP’ê Huseyîn Koçuk, daxuyanî da DÎHA’yê û diyar kir ku roj ne roja temaşekirina êrîşan e û banga berxwedana li hemberî êrîşan li her kesî kir û xwest her kes aktîf cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigire.
‘Dê gel DAIŞ’ê asteng bike’
Huseyîn destnîşan kir ku her kesê paşerojekî azad dixwaze divê li dora Kobanê li hev bicivin û wiha got: “Bangewaziya me ne ji bo hêzên piştgiriyê didin DIŞ’ê. Ji îro û pê de ev baş hatiye dîtin. Em ji hêzên piştgiriyê didin DAIŞ’ê nikarin daxwaza astengkirina DAIŞ’ê bixwazin. Yê DAIŞ’ê asteng bike gelên exleqî û bi wijdan in. Em wek e DBP’ê ev du roj in vê yekê nîqaş dikin û plansaziya derdixin. Lê bila ev bê zanîn ku êdî tu wateya nîqaşên dûvedirêj nema ye. Lewra êrîş hatine asta komkujiyê. “
‘Em ê nebin aliyê ku êrîşan temaşe dike’
Huseyîn anî ziman ku ew ê nebin aliyên sêyemîn û destnîşan kir ku ew ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Koçuk diyar kir ku ew bang li hemû gelên li bakurê Kurdistanê dikin ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin. Koçuk ji bo vê yekê jî bang li her kesî kir ku ber bi sînorên li Rihayê ve biherikin kir. Koçuk destnîşan kir ku ji ber ku Kobanê dilê mirovahiyê ye.
DBP, dê di çarçoveya biryara navendî ya bajarên li heremên li wir hene bêyî dem winda bikin dê ber bi sînorê ve bi herikin ji bo vê yekê jî dê plansazî derbixin. Li Amedê ji bo hemwelatiyan bibe Pirsûsê wesayîtan li ber avahiyên navçe û bajarên ên DBP’ê hatine rawestandin.
(zt)
