Endamê YPG’ê Omer Deniz sipartin axê
14:40
JINHA
AMED – Endamê YPG’ê Omer Deniz yê ku di dema şerê navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên YPG’ê li Kobanê de jiyana xwe ji dest dayî ji aliyê bi hezaran mirovan ve hat veşartin.
Di şerê navbera çetyên DAIŞ’ê û şervanên YPG’ê berdewam diki de, berî niha 3 rojan di heman şerî de endamê YPG’ê Omer Deniz di heman şerî de jiyan xwe ji dest dayî cenazeyê wî li Amedê ji aliyê hezaran kesî ve hat veşartin. Cenazeyê Omer li eski Hal kavşagi ji aliyê Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka Şaxa MEYA-DER’ê ya Amedê Leyla Ayaz û hezaran welatiyan ve hat pêşewazî kirin. Ji wê bi meşê heya Goristana Deriyê Çiyê birin. Di meşê de duruşmên weke “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Amed li şehîdên xwe xwedî derkeve”, “Bijî Serok Apo”, “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne” û “Kurdistan dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” hatin bilind kirin.
‘Divê em li berxwedan û tekoşîna wan xwedî derkevin’
Endamê YPG’ê Omer Deniz li Goristana Deriyê Çiyê li kêleka dapîra wî hat veşartin. Li ber dengê sîroda “Çerxa Şoreşê” di kesayeta Omer de ji bo hemû tekoşerên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayî deqeyek rêz hat kirin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Şaxa MEYA-DER’ê ya Amedê Leyla Ayaz axaftinek kin kir û wiha got: “Çawa em îro li vêderê li Şehîdên xwe xwedî derketin, di heman demê de emê li tekoşîn û berxwedana wan jî xwedî derkevin. Emê weke şehîdan li hevalên wan yên di çeperên berxwedanê de jî xwedî derkevin. Bila serê me tevan saxbe.”
‘Emê di rêya wan de berew pêş biçin’
Zubeyde Zumrut jî balkişand ser berxwedana Kobanê û wiha domand: “Bila serê malbatê û tevayî gelê kurd saxbe. Ev êş yek ji êşên ku bi salane gelê kurd dikişînine. Çeteyên DAIŞ’ê dixwazin şoreşa Rojava têk bibin. Di xwazin berxwedana bi salan berdewam dike têk bibin. Em hemû kesên ku îro li hemberî van bûyeran çav û guhên xwe girtine şermezar dikin. Her kes li şehîdên me û Kobanê xwedî derkevin. Ji bo Kobanê wan canê xwe feda kirin. Em jî di huzura wan de sozê didin emê rêya wan bişopînin û berxwedanê mizin bikin.”
(zt)

