Jina Suriya ku pêl mayînê kir giran birîndar bû
14:51
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Jina Suriya ya navê wê nehat zanîn ku dema ji Suriyê berew Tirkiyê dihat û dixwest derbazî aliyê Tirkiyê bibe pêl mayînê kir. Jina birîndar rakirin nexweş xanê û niha tê tedawî kirin.
Welatiyên Suriyê yên ku ji ber şerê DAIŞ’ê ji Surî dirvin berew Tirkiyê tên û dixwazin derbazî aliyê Tirkiyê bibin ser sînor rastî astengiya leşkerên Tirik tên. Ser sînorê Tirkiyê welatiyên Suriyê yên ji ber rewşa şer dixwazin derbaz bibin ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve rastî mudaxeleya bi gaza bîberan û ava şid tên. Girseya gel jî bi beran bersiva mudaxeleya leşkeran dan. Di dema gengeşeyê de jina Suri ya 50 salî û navê wê nehat zanîn pêl mayînê kir, giran birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
(zt)

