Merasîma Xelatên Şehîdên Çapemeniyê ya Mûsa Anter hat betal kirin

14:59

JINHA


AMED - Merasîma Xelatên Şehîdên Çapemeniyê ya Mûsa Anter ku 22'mîn car ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Azad ve wê bihata dayîn, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê hate betalkirin. 

Merasîma Xelatên Şehîdên Çapemeniyê ya Mûsa Anter ku 22'mîn car ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Azad ve wê bihata dayîn, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi rojane li hemberî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê hate betalkirin. Cemiyeta Rojnamevanên Azad derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Cemiyetê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li hemberî êrîşên çeteya DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê hestewariyek mezin rû daye û wiha hate gotin: "Di vê çarçoveyê li gelek bajaran bi hezaran kes li hemberî van çeteyên xwînxwar ber bi sînorê Rojava ve diherikin. Di demek wiha de, xebata kedkarên Çapemeniya Azad ya li qada şer ji hemû tiştî pîroztire û ji bo jiyandina bîranîna Apê Mûsa û hemû şehîdên çapemeniyê ev ji herî tiştî baştir e. Ji ber van sedeman merasîma xelatdayînê hatiye betalkirin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo pênûsa rêhevala me Denîz Firat li erdê nemîne û ragihandin agahiyên baştir yê ji herema şer peywira herî girîng e." 

Di daxuyaniyê de her wiha ji rojnamevanên xelat girtine lêborîn hate xwestin û hate ragihandin ku di nava demek kin de we ji wan re agahî bê dayîn. 

(zt)