Bi hezaran Suriyên ji ber DAIŞ’ê revîn sînor derbaz kirin

15:11

JINHA


RIHA – Li taxa Oylum ya navçeya Pirsusê ya Rihayê destur hat dayîn Suryeyiyên ji ber şer dirvin derbaz bibin. Suriyeyiyên derbaz bûn lezgîn pêdiviya wan bi solan û avê heye.


Li herêmên ku piranî welatiyên ereb lê niştecihin yên weke Tel Abyad û Aynel yên girêdayî Rakkayê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer berdewame. Ji serê dibê de ji bo derbazbûna aliyê Tirkiyê welatiyên ereb diherikin ser sînor lê destur ne dihat dayîn, di vê dawiyê de destur hat dayîn û gelek welatiyên erebên Suriyê derbazî aliyê Tirkiyê bûn. Welatiyên Suriyê li konên ji aliyê rêveberiya AFAD’ê ve hatîn vedan hatin bi cîh kirin.


Her wiha hat zanîn ku Suriyeyiyên derbaz dibin despêkê pêdiviya wan ya sonan û avê heye.


 (zt)