Dê li Fransayê ji bo Kobanê rêzeçalakî bên li darxistin
15:29
JINHA
PARÎS - Li gelek bajarên Fransa bi çalakî û xwepêşandanan wê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û Şengalê bên şermezarkirin. Di daxuyaniya ji aliyê Koordînasyona Kurdistan a Demokratîk a Fransa (CDK-F) de ji bo çalakiyan bang li tevayî Kurdistanî, saziyên şoreşger-demokrat ên li Fransayê hat kirin.
Di daxuyaniya CDK-F de hat diyarkirin ku ji bilî çalakiyên roja Şemiyê wê di nav hefteyê de jî çalakiyên vedana konan bên lidarxistin. CDK-F di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û got, “Li Kobanê gelê me li ber xwe dide. Ev berxwedan divê neqlî kolanên li Fransa bên kirin û bên mezinkirin. Divê dengê Kobanê bigihêje Fransa.
Cih û demên çalakiyên bên lidarxistin wiha ne:
20 ÎLON
Parîs: Saet 16.00’an la Fontaine des Innocents (Place Joachim du Bellay, Paris 1- Les Halles
Strasbourg: Saet 15.00 Place de Kléber
Moulhause: Saet 15.00 lş ber Navenda Civaka Kurd wê gel kom bibe
Marseille Saet: 13.00 Vieux Port
çalakıyên konan
Li Montpillier, Draguignan û Bordeaux di tevahiya hefteyê de wê çalakiyên kon û rûniştinê pêk werin. Çalakiyên kon bi mîtîngeke di 27’ê Îlonê re wê bi dawî bibe.
(zt)
