Ji ber êrîşên DAIŞ’ê 100 Gundên Kobanê hatin valakirin
16:24
JINHA
KOBANÊ -Ji bo parastina welatiyên sivîl ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û topbaranê 100 gundên derdora herêma Kobanê ji jin, zarok û pîran hatin valakirin.
Li hersê aliyên rojava, başûr û rojavayê herêma Kobanê şer û pevçûnên bi dijwarî didomin. Çeteyên DAIŞ'ê gundên Qeremox, Celebiyê, Xerbesan û Lehê bi çekên herî giran topbaran dikin û li derdora van gundan pevçûnên dijwar diqewimin. Li gundê Piling ê li rojavayê herêmê şer di asta herî dijwar de ye. Ji ber vê û ji bo ewlehiya welatiyên sivîl û parastina wan ji top û êrîşan 100 ji jin, zarok û pîran hatin valakirin û ew birin bajarê Kobanê.
Di 15'ê îlonê de çeteyên DAIŞ'ê careke din êrîşî herêma Kobanê kirin û di roja pêncemîn de heta niha şer bi dijwarî didome.
(zt)
