Di kemîna YPG’ê de 45 çete hatin kuştin
17:49
Îlon
19
/ 2014
JINHA
KOBANÊ- Hêzên YPG’ê li gundê Kunheftar ê başûrê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê kemînek danîn. Di kemînê de 4 tirimpêlên çeteyan hatin rûxandin û 45 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyê ku nûçegihanê ANHA’yê ji eniyên şer ên başûrê Kobanê wergirtine, hêzên YPG’ê saet di 16.00’an de li gundê Kunheftar hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ’ê xistin kemînekê. Di encama kemînê de 4 tirimpêlên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin. Her wiha herî kêm 45 çete hatin kuştin.
Li hersê aliyên herêma Kobanê şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de bi dijwarî berdewam in.
(zt)
