Enwer Muslim: Bila tu kes li benda teslîmbûna me be nebe
18:23
JINHA
RIHA - Berxwedana bêhempa ya hêzên YPG û YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê didome. Hevserokê Kontona Kobanê Enwer Muslim diyar kir ku hewl didin ku wekî Şengalê komkujyê li Kobanê jî pêk bînin û ev tişt anî ziman: "Bila tu kes ne li benda teslîmbûna me be û em welatê xwe terk nakin. Heta dilopek xwîna me hebe em ê li ber xwe bidin. Dê çete tu carî nekevin Kobanê. Hewce bike em ê wan di nava xwîna xwe de bifetisînin."
Li gundê Qeremokê yê Kobanê ya beramberî gundê Ogana Pirsûsa Rihayê ye ji bo piştigiriyê zêdetirî deh hezaran kes piştî merasîma definkirina endamê YPG'ê Ugur Yureklî ya li gundê Midêba Biçûk ber bi "Konê piştgirî û tevkariya bi Kobanê re" de bi rê ketin. Welatiyên ku li kon dimînin jî ji berxwedana hêzên YPG'ê re ya bi çeteyên DAIŞ'ê re dimeşîne şahidî kirin.
Çeteyên ku bi tank û hawanan êrîşî gund kirin û bi hezaran jin û zarok jî di nav wan debûn hatin ser sînorê Bakur. Demeke dirêj leşkeran welatiyên hatine ber sînor rawestandin û welatî ji neçarî xwe li qada mayinkirî xistin û hatin heta ber têlên sînor. Welatiyên ku li konê berxwedanê kom bûne berê xwe dan der sînor û xwestin welaityên Rojava derbas bikin. Leşkeran bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Piştî pevçûneke demkurt bi ketina navberê ya parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan pevçûn bi dawî bû. Piştî vê yekê qeymeqamê Pirsûsê Abdullah Çîftçî hat cihê bûyerê û piştî hevdîtina bi parlamenteran re wekatiyên Rojava piştî qeydên wan hatin çêkirin hiştin derbasî Bakur bibin.
Li seraserê sînor heman rewş hatin jiyîn. Welatiyên Kobanê da zanîn ku li wir Şengala duyemîn jiyane û ki neçarî kal û pîr li pişt xwe hiştine. Welatiyan bêdengiya li hemberî êrîşên DAIŞ'ê şermezar kirin û ev tişt anîn ziman: "Dostên kurdan nemaye. Dixwazin em hemû bimirin."
Bi riya telefonê ku me xwe gihand Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim diyar kir ku wan bi "Şengala duyemîn re" rû bi rû hiştine û bang li gel kir ku xwedî li gelê Kobanê derkevin. Muslim anî ziöan ku divê hemû kes piştgiriyê bidin Kobanê û ev tişt anî ziman: "Hemû kesên ku ji xwe re dibêje ez demokrat im piştgiriyê bidin Rojava. DAIŞ dixwaze li Kobanê mirovahiyê qetil bike. Ger ku li dijî terorê ne divê piştgiriya xwe nîşanî me bidin. Bila tu kes ne li benda teslîmbûna me be û em welatê xwe terk nakin. Heta dilopek xwîna me hebe em ê li ber xwe bidin. Dê çete tu carî nekevin Kobanê. Hewce bike em ê wn di nava xwîna xwe dei bifetisînin."
(zt)
