Jinên Sendikayan piştevaniya seferberiya Kobanê kirin
08:46
Gulşen Koçuk / JINHA
COLEMÊRG – Ji bo Kobanê seferberiya ji aliyê DBP’ê ve hatî despêkirin sendîkayan jî alîkarî dayê. Jinên sendîkayan diyar kirin ku êrîşa li hemberî Kobanê li hemberî hemû deskeftiyên gel kurd tê kirin û gotin: “Heger Kobanê bikeve dê kantonên dinê jî bikevin û dibe ku kurd bi sed salan berew paş bikevin. Ji ber wê jî divê hemû gelê kurd li Kobanê xwedî derkevin û biherikin Pirsusê.”
Hîna birînên çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê vekirîn nehatîn pêçan vêcarê jî carekedinê çeteyan êrîşî kelha Rojava Kobanê kirin û gelê kurd hemû seferber kirin. Piştî banga DBP’ê ya ji bo Kobanê ji hemû navendan gel diherikin ser sînorê Kobanê yê ber navçeya Pirsusê ya Rihayê. Weke hemû navendan li Colemêrgê jî bang hat kirin û hemû gel diherikin ser sînor. Girêdayî banga DBP’ê ya ji bo seferberiya Kobanê din ava bajêr de jinên rêveberên saziyên civakiyên sivîl jî tevlî wê bangê bûn û wan jî banga hestiyariyê li tevahî gelê kurd kirin.
‘Bi çekên giran êrîşên mezin çêdibin’
Hevseroka Şaxa SES’ê ya Colemêrgê Aysel Sibel Dinç hem êrîşên ser Kobanê û hem jî girêdayî wê banga DBP’ê wiha nirxand: “Weke birêz Salih Muslim jî gotî dê çî bê kirin divê niha bê kirin. Mesele ne tenê Kobanêye. Heger Kobanê bikeve dê kantonên dinê jî bikevin û dibe ku kurd bi sed salan berew paş bikevin. Ji ber wê jî divê hemû gelê kurd li Kobanê xwedî derkevin û biherikin Pirsusê. Em jî dixwazin ser vî bingehî bang li hemû gelên Colemêrgê û hemû gelê kurd bikin; ji pênc cepeyan de êrîşî Kobanê tê kirin.”
‘Divê jinên kurd jî guhê xwe ji vê bangê re vekin’
Seroka Şaxa BES’ê ya Colemêrgê Emel Atay Akbaş jî balkişand ser banga DBP’ê ya seferberiya ji bo Kobanê û wiha got: “Ketina Kobanê ketina her çar aliyê Kurdistanêye. Ji ber wê jî divê tu kurd li hemberî vê rewşê bê baldar nemînin. Şoreşa Rojava weke şoreşa jinan tê bin av kirin. Li wê ne tenê tekoşîna azadiyê di heman demê de tekoşîna zayendiya civakî jî li hemberî pergala heyî tê meşandin. Ji ber wê jî divê hemû jinên kurd li hemberî vê seferberiyê bi baldarî nêzbibin.”
‘Êrîş ser deskeftiyên gelê kurd tên kirin’
Hevseroka Egitim-Senê ya Şaxa Colemêrgê Şukran Sunmez Guldal jî anî ziman ku êrîşên ser kantona Kobanê di heman demê de êrîşên ser deskeftiyên gelê kurdin. Şukran destnîşan kir kul i Rojava şoreşek mezin hat kirin, niha ser wê şoreşê êrîş hene û divê hemû gelê kurd li hemberî van êrîşan bi baldarî tevbigerin. Şukran derbirî kul i Rojava tekoşîna tê meşandin ji bo hemû gelan mînake û divê hemû gelê kurd li vê tekoşîna xwedî derkevin.”
(zt)

