Jinên Amedê: Roj roja berxwedanê ye
08:51
Beritan Elyakut /JINHA
AMED- Li hemberî êrîşên ser Kobanê her diçe bertek zêde dibin. Aktîvîsta DOKH’ê Yeliz Ayyildiz bertek nîşanî bêdengiya Hikumeta AKP’ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê da û got: “Divê hemû gelê me biherikin konên ser sînorê Pirsusê. Baldarbûn îro herikîna ser sînore û başdarî berxwedana Kobanê bûyîne.” Jina bi navê Gulistan Ataş jî wiha got: “Roj roja berxwedanêye.”
Çeteyên DAIŞ’ê bi tang û topan êrîşî kantona Kobanê dikin, hêzên YPG û YPJ’ê jî li hemberî çeteyan berxwedanê berdewam dikin. Aktîvîsta DOKH’ê Yeliz Ayyildiz diyar kir ku hovitiya li Şengalê kirin dixwazin vê carê jî li Kobanê bikin û wiha domand: “Em hemû dizanin şoreşa Rojava dibin pêşengiya jinan de şax da. Dixwazin jinên ku jiyana nû dihonin û hemû civakê kole bikin. Di van çend rojên dawiyê de carekedinê ser Kobanê êrîşên dijwar çêdibin û li hemberî wan jî yekîneyên YPG û YPJ’ê berxwedanek mezin didin meşandin.”
‘Divê em li hemberî qirkirinan bê deng nemînin’
Yeliz balkişand ser kirinên DAIŞ’ê li Şengalê revandin, tecawîz kirin û firotina jinan li bazaran û wiha berdewam kir: “Cardin dayîk, zarok û hemû kesîmên civakê nesîbê xwe ji qirkirinan girtin. Bi tayîbetî jinên kurd û tevayî kurd divê em li hemberî van qirkirinan bê deng nemînin. Divê li hemberî van qirkirinan her kes seknek berxwedêr bidin diyar kirin.”
‘Divê gelê me hemû biherinkin hindirê wan konan’
Yeliz li hemberî êrîşên ser Kobanê banga xwedîderketinê kir û wiha got: “Divê îro li hemberî van qirkirinan kes bê deng nemînin. Din ava demeke kin de her kes biherikin nava konên ser sînorê Riha, Pirsus û Serêkaniyê hatîn vedan. Divê em Şengala duyemîn jiyan nekin. Dema ku mijar dibe qirkirin êdî bang kirin tu wateya xwe pir namîne. Baldarbûn îro çuyîna sînor û tevlî berxwedana Kobanê bûyîne.”
Gulistan Ataş: Roj roja berxwedanêye
Gulistan Ataş jî anî ziman ku divê Tirkiye li hemberî van êrîşên çeteyên DAIŞ’ê helwesta xwe zelal bike û wiha domand: “Divê Tirkiye ji bo ewlehiya mirovan bi awayek navnetewî li ber çavan bigirin. Divê hemû welatî û komên şoreşger piştevaniya berxwedana bi romet ya Kobanê bike. Roj roja berxwedanê ye. Divê hemû gelê me li hember van êrîşan din ava berxwedanê debin. Ez hemû kesîmên ku ji azadiya gelan bawer dikin dawetî piştevaniya berxwedana Kobanê dikim.”
(zt)

