TJK: Bila jinên kurd bi hêzek mezin beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bibin

09:27

JINHA


NAVEDNA NÛÇEYAN - Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê daxuyaniyek nivîskî da û bang li hemû Jinên Kurd ên Ewropayê kir ku bi hêzeke mezin tevlî çalakiyên ji bo Kobanê û Rojava pêk tên bibin.


TJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku DAIŞ dixwaze têkoşîna demokrasî û azadiya jina Kurd darbe bike û wiha berdewam kir: “Çeteyên DAIŞ’ê li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê, ne tenê li dijî gelê Kurd, hemû mirovahî bûye tehdît e. Xiristiyan, Êzidî û Misliman ji hev cuda nekiriye û gelê me qetil kiriye, jinên me qetil kirin, ji ser axa wan koçber kirine.


‘Komkujiyeke din ya wek Şengalê ferz dike’


Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji 15’ê Îlonê û vir ve li Kobanê hovîtiya xwe dîsa xistiye dewrê û wiha pêde çû: “Komkujiyeke din ya wek Şengalê ferz dike. Heta îro YPG û YPJ’ê li dijî wan berxwedaneke mezin nîşan daye. Hêzên parastina gelê me berxwedaneke mezin nîşan dane û hêzên cîhanê jî li dijî van çeteyan bêdeng dimînin. Dibêjin em ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê mudaxale bikin lê tu tiştek nekirine û li dijî êrîşên li hemberî Kobanê bêdeng dimînin. Li dijî dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê helwest nayê girtin.


Berxwedana me ya li dijî hovîtiya DAIŞ’ê dê bilind bibe. Dîsa li dijî vê berxwedanê li şûna ku piştgirî bê dayîn, bêdeng dimînin û hinek dewlet polîtîkayên durû nîşan didin. Em van dewlet û hêzan şermezar dikin. Em bang li hemû jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, hemû dostên xwe dikin ku van polîtîkayên durû protesto bikin û piştgiriyê bidin hêzên parastina gel. Em bang dikin ku dewletên YE’yê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û piştgiriya xwe ya şênber bidin berxwedana Kobanê û Kurdistanê. Em li dijî êrîşên hovane yên DAIŞ’ê dengê xwe li her derê bilind bikin.


Em wek jinên Kurd ji bo piştgiriya raya giştî ya Ewropayê bigirin, meş û mîtîngan pêk bînin. Em hewl bidin ku bila rêxistinên civaka sîvîl piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê. “


(zt)