Şivan di eraziyê bi mayîn de asê man
11:01
JINHA
RIHA - Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li gundê Qeramexê ya Kobanê kirin jin, zarok û kesên pîr berê xwe dan gundê Ovan ên navçeya Pirsusê û gelek şivan jî ji ber astengiya çete û leşkeran di nava eraziyên bi mayîn de asê man. Şivanên nexwestin pezê xwe bihêlin ji aliyê leşkeran ve pêşiya wan bi barîkatan hate girtin. Çeteyên DAIŞ'ê jî gefên heke vegerin dê serê wan jêbikin dixwin.
Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li gundê Qeremoxê yê Kobanê kirin, jin, zarok û kesên pir bi armanca ewlehiyê berê xwe dan gundê Ovan ê navçeya Pirusê ya Rihayê. Gelek şivan jî yên nexwestin pezê xwe bihêlin bi keriyên pez hatin sînor lê ji ber astengiya leşker û gefên çeteyan di nava eraziyê bi mayîn de du rojin disekinin. Leşkeran li ber têlên sînor barkat danîn û destûrê nadin rojnamevan û welatî bi şivanan re biaxivin.
Duh jina dixwest sînor derbas bibe pê li mayînê kir û birîndar bû îro jî di encama teqîna mayînê de hinek pez telefbûn. Şivanê bi navê Hemed Osmanî Cîmo têkildarî tiştên jiyîn de agahî dan û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê êrîş li gundê wan kir û her tişt talan kirin û serê birayekî wê jê kirin. Hemed Osmanî Cimo, anî ziman ku li gund serê sê kesên din jî jêhatin kirin. Li gorî agahiyên Cimo dayîn çeteyan serê sê birayên hev Muhammed, Mustafa û Alî Yasir jêkirin û bi hovîtî qetilkirin û tu agahî ji bavê wan jî nayê giretin. Osmanî Cimo, da zanîn ku çeteyan serê melayê gund Sînoî Nebo jî jê kirin û welatiyê bi navê Îsmaîl Qadîr jî seqet maye.
Welatiyan diyar kir ku jin, zarok û kesên pîr sînorê Tirkiyeyê derbas kirin û ciwan jî li Kobanê tevlî şer bûn.
(zt)

