Ji herêma şer dû radibe

11:15

JINHA


RIHA - Şerê ku di navber hêzên YPG/YPJ'ê yên li gundê Qeremoxê dest pê kiriye bênavber didome. Tevgera li gundê Oganê ya Pirsûsê jî car caran zêde dibe.


Ji gundê Bîrereb a Kobanê Sebîha Salih ku ji ber êrîşên çeteyan gundê xwe vala kir diyar kir ku hemû ciwanên gund ki bo li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin tevli YPG/YPj'ê bûn. Salih anî ziman ku gundê Cerebê jî hatiye valakirin û got ku xwarziyê wê Şeref Reşîd ku li dora gundê Qeremoxê pezê xwe diçêrand ji hêla çeteyan ve hatiye revandin. Salih bilêv kir ku çeteyan malên wan wêran kirine. 

Tanka DAIŞ'ê hat rûxandin

Ligel ku rawestîna li gundê Oganê didome jî şerê ku li derdora gundê Qeremoxê destpêkiriye bênavber didome. Hêzên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Eynbetê bicih bûne çalakî pêk anîn û di vê çalakiyê de tankekî çeteyan hat rûxandin. Bi teqandina tankê re dû li ser gund bilind bû. 

(zt)