Li Amedê jina Surî hat qetilkirin

11:31

JINHA


AMED - Li Amedê jinek sûriyeyî ji ber nîqaşa bi hevjîn û mirovên hevjînê xwe re kir ji aliyê wan ve di mal de bi çekê hat qetilkirin. Piştî bûyerê polîsan hevjîn û 7 mirovên wî binçav kir.

Li taxa Îskenderpaşaya navçeya Sûr a Amedê 2'emin kolana Azîzoglu de jina sûriyeyî di mal de bi çekê hat qetilkirin. Li gorî agahiyan di navbera jina 40 salî, hevjînê wê û bi malbata wî de nîqaş derketiye. Li ser nîqaşê kesek ji wê malbatê bi debanca qelp (kurusiki) jina 40 salî birîndar kir û hevjîn û malbata wî reviyan. Piştî bûyerê niştecihên kolanê agahî dan polîs û ekîbên tendiristiyê ya 112'an. Ligel hemû hewldanên peywirdarên tenduristiyê jina sûriyeyî jiyana xwe ji dest da. 

Polîsên ku cihê bûyerê lêkolîn kirin, kesên ku destên wan di nava bûyerê de hebûn û direviyan 3 jin bi giştî 7 kes di kolanek din de û li malekê de binçav kir û bi wesayitên zirxî birin midûriyeta polîsan. Piştî lêkolîna cihê bûyerê cenazeya jina sûriyeyî ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyubî.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. 

(zt)