Efrîn: Em amadene Kobanê biparêzin

11:39

JINHA


EFRÎN - Bi hezaran welatiyên Herêma Efrînê xwepêşandanek ji şermezarkirina êrîşên çeteya li ser Kobanê li dar xist.


Bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çeteyên DAIŞ’ê li ser Herêma Kobanê û Hemû bajarên Rojava, Tevgera Ciwanên Şoreşger xwepêşandanek bi beşdariya hezaran welatiyên herêma Efrînê û şervanên YPG’ê li navenda bajêr li dar xistin.


Xwepêşandan ji çaryana Newroz dest pê kir û li kolanên bajêr geriya heya qada Azadî ya nava bajêr bi dawî bû. Li qada Azadî û piştî deqeyeke rêzgirtin, Seroka Hikûmeta Efrînê Hêvî Mustefa diyar kir ku Hikûmeta Herêma Efrînê ji bo piştgiriya Kobanê, amade ye. Her wiha Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Xerzan Zagros da zanîn ku amade ne bi YPG/ YPJ’ê re parastina Kobanê ji komên çete bikin.


Ji aliyê din ve Hevserokê Meclîsa TEV-DEM’ê ya Herêma Efrînê Ehmed Silêman berxwedana Kobanê pîroz kir û da zanîn ku wê serkeftin a YPG’ê ye.


Xwepêşandan bi durişmeyên ku berxwedana YPG’ê li Herêma Kobanê û şoreşa Rojava silav dike bi dawî bû.


(zt)