Ji bo berxwedana Kobanê maseya krizî hat avakirin
12:14
JINHA
RIHA - Gel ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi konê berxwedanê ya li gundê Ovanê yê Pirsûsê hatiye vedan ve diherikin. Ji bo pêwîstiyên welatiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û li Pirsûsê bi cih bûne maseya krizê hat avakirin.
Welatiyên ku zêdetir ji jin, zarokê, kal û pîran pêk tê ji be çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatin Pirsûsê. Ji bo pêwîstiyên welatiyên yên wekî xwarin, vexwarin, bicihbûn û tenduristiyê bi cih bînin ji hêla DBP, HDP û DOKH'ê ve maseya krizî hat avakirin. Maseya krizî destpêkê ji bo pêwistiyên tenduristî bi cih bîne nexweşxaneya gerok TIR'ek anîn navçeyê. Nexweşxaneya gerok li cihên ku welatiyên Kobonê lê bi cih bûne bigere û welatiyan di tenduristiyê de derbas bike. Şaredariya Cizîrê ji bo mudaxaleyên lezgînî wesayîta tenduristiyê ya mobîl şand Pirsûsê. Welatiyên ji Kobanê hatine li şaredariya Alîgorê, mizgeft, dibistan û malên welatiyan hatin bicihkirin.
(zt)
