Li Hewerêr û Silêmaniyê bi boneya piştevaniya Kobanê xwepêşandan
12:38
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya piştevaniya berxwedana Kobanê li êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di serî de li Hewlêr, Silêmanî û gelek deverên Başurê Kurdistanê welatî daketin qadan û xweşêşandan kirin. Di xwepêşandanan de welatiyan daxwazên yek girtina her çar aliyê Kurdistanê û hemû mirovahiyê li hemberî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê kirin.
Bi mebesta nîşandana piştgîrî û piştevanî bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi giştî û Kobanê bi taybetî li Başurê Kurdistanê xwepêşandanan despêkirin. Di serî de Silêmanî û Hewlêr lig elek deverên Başurê Kurdistanê vê sibê çalakiyên xwepêşandanan despêkirin.
Hewlêr
Li pêşiya parlemana Kurdistanê li bajarê Hewlêrê xwepêşandanek li dijî êrişên terorîstên DAIŞ bo ser bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin. Xwepêşanderan daxwaza yekrêzî û hevgirtina Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê kirin. Di xwepêşandanê de daxwaz hate kirin ku hikûmeta herêma Kurdistanê hevkariya hêzên Rojava bike bo rûbirûbûna metirsiya terorîstên DAIŞ`ê. Xwepêşander berbi baregeha serekî a Newteyên Yekbuyî ve jî meşiyan û daxwaz ji welatên Ewrupa bi giştî û Neteweyên Yekbuyî kirin ku hevkariya serbazî pêşkêşî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin bo jinavbirina DAIŞ û li hemberî karên hovane û dirindeti ya DAIŞ’ê de erkên xwe yên mirovatî cîbicî bikin.
Silêmanî
Li pêşiya Baxçeyê Gişti ya bajarê Silêmaniyê bi beşdariya hejmarekî zor li welatiyan xwepêşandanek li dijî êrişên hovane ya terorîstên DAIŞ bo ser bajarê Kobanê hat kirin. Xwepêşanderan êrişên terorîstên DAIŞ bo ser Kobanê şermezar kirin û daxwaza pêşkêşkirina alîkarî û piştevaniyê bo parastina Kurdên Kobanê kirin.
Di herdu xwepêşandanên Hewlêr û Silêmanî de jî xwepêşandanan xwestin ku weku çawa hêzên YPG di dema pêwîst de bi hawara başûrê Kurdistanê ve hatin, hikûmeta herêma Kurdistanê jî hêzên pêşmerge bişîne Kobanê bo parastina welatiyên Kurd li her komkujiyeke terorîstên DAIŞ daku li ber çavê cîhanê xelkê Kobanê koçber û derbider nebin.
Di xwepêşandanan de ala DAIŞ’ê hatin şewitandin. Her wiha xwepêşanderan gelek duruşmên piştevaniya bi gelê Kobanê re anîn ziman.
Xwepêşandana Hewlêr û Silêmaniyê heya niha jî berdewame.
(zt)

