Bi sedan ciwanên Bakûr herikîn Kobanê

12:44

JINHA


KOBANÊ -Bi sedana ciwanên Bakûrê ji bo parastina herêma Kobanê herikîn Kobanê û ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin.


Li ser bang seferberiyê ya ji bo parastina herêma Kobanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi sedan ciwanên Bakûrê Kurdistanê sînor derbas kirin û ber bi Kobanê ve herikîn. Ciwan ji aliyê gelê herêmê ve hatin pêşwazîkirin. Ciwanan çek hilgirtin û berê xwe dan çeperên şer û li rex şervanên YPG'ê bicih bûn. Ciwanan soza parastina herêma Kobanê ji hemû cureyên êrîşan dan û gotin ku xaka Kobanê tu caran çeteyên êrîşkar qebûl neke û nehewîne.


Ji bo hatina ciwanan welatiyên herêmê gelekî kêfxweş bûn.


(zt)