Konê li gundê Ovan birin gundê Masara

12:55

JINHA


RIHA - Konê li gundê Ovan ku bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê li ser sînor hate vedan û bi hezaran welatî ber bi heman qadê ve diçin dibin gundê Masara yê ku li nêzî Deriyê Sînor ê Kobanê Serxet. Hate ragihandin ku li hemberî Kobanê li ser sînor dê 10 kon bên vedan.

Herîkan welatiyan a li ser sînorê pevçûnên dijwar ên di navber şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de pêk tên berdewam dike. Piştî her diçe hejmara girseyê zêde dibe maseya qirîzê ya hatî avakirin biryara konê li gundê Ovan hatî vedan bibin nêzî Deriyê Sînoer ê Kobanê Serxetê. Hate hînbûn ku kon dê li gundê Masara ê ku nêzî sînor dê bê vedan. Maseya qirîzê diyar kir ku piştî hejmara welatiyên tên ser sînor zêde bû dê hejmar konên bên vedan jî zêde bibe. Hate hînbûn ku dê li gundê Masara 10 kon bên vedan û li gorî hewcehiyê hejmar dibe ku zêde bibe.

(zt)