YPG: Di berxwedana Kobanê de 45 çete hatin kuştin
13:41
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Şer û pevçûnên ku 15’ê îlonê li rojava, rojhilat û başûraêherêma Kobanê di navbera YPG’ê û çeteyên DIAŞ’ê hatibû despêkirin di roja xwe ya şeşemîn deye. Di encama şer û pevçûnan de 45 çete hatin kuştin, bi deha çete birindar bûn, 2 tirimpêlên doşkayên 14.5 hatin rûxandin û tangek hat derb kirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand şerê li rojava, rojhilat û başûrê herêma Kobanê di 15’ê îlonê di roja xwe şeşemenin deye. Di encamê de 45 çete hatin kuştin, bi deha çete birindar bûn, 2 tirimpêlên doşkayên 14.5 hatin rûxandin û tangek hat derb kirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyiyekê şerê li herêma Kobanê ragihandin. Li gorî malpera fermî ya YPG’ê bi nivîskî weşandi wiha ye: “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê 15’ê Îlonê destpêkiri bû roja xwe ya şeşemîn de berdewam dike.Hêzên me bi derfet û çekên xwe yên kêm ji bo êrîşên DAIŞ’ê bisekinîn li rojava, rojhilat û başûra Kobanê berxwedidin. Hêzên me ew qadên ku pevçun bi dijwarî berdewam dike de car caran bi êrîşên xwe ya dijî çeteyan derb li çeteyan didin.
Li gundên Xerbîstan, Eyn El-Bat, Çelebiyê, Qaramox û derdora yên dikeve rojhilata Kobanê, gundên Piling, Alçax, Derbazin, Degirmen, Boraz, Cibilferac, Til Ezwed û Til Zaxrosê dikeve rojavayê Kobanê û dîsa gundên Kuneftar, Qumçê û derdora wê pevçunên dijwar rû didin. Pevçunan de qasî ku hêzên me zelal kir 45 çete hat kuştin, bi dehan çete jî hat birîndar kirin. 1 tank hat derbkirin, 2 tirimpêlên doşkayên 14.5 hatiye rûxandin.”
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand hîn hevalên me jî gihiştin şehadetê. Em ê di derbare şehîdên xwe piştre agahî bi raya gişti re parve bikin.”
(zt)

