Xizmên Wendayan banga beşdariya berxwedana Kobanê kirin

13:55

JINHA


AMED - Xizmên windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê di çalakiyên xwe yên hefteyî de balkişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û bang li gelê kurd kirin ku tevlî berxwedana Kobanê bibin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan li Parqa Koşuyoluyê çalakiya xwe ya hefteya 293'an a bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. DÎAYDER, TUHAD-DER, rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê balkişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya hêzên navneteweyî bi armanca Kobanê tasfiye bikin pêk tên. Bîlîcî balkişand ser girîngiya Kobanê û bang li hemû kesî kir ku tevlî berxwedana Kobanê bibin.

‘Ev 23 salin tu malbatê li gel hemû hewildanan jî tu agahî ji Halîl negirtin’


Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abduselam Înceoren çîroka Halîl Sanri yê ku di 28'ê adara 1991'an li gundê Benova yê navçeya Cîzîrê hate binçavkirin û careke din tu agahî jî wî nehatin girtin xwend. Înceoren, diyar kir ku Halîl Sanri yê 22 salî ji aliyê leşker û cerdevanan ve hate binçavkirin û ligel hemû hewildanên malbatê 23 salin hêj tu agahî jê negirtin.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.


(zt)