Şandeya KCD, HDP û DBP’ê li Kobanê ye

14:33

JINHA


KOBANÊ – Şandeya KCD, HDP û DBP’ê ji bo piştgiriya gelê Kobanê ku ji 7 salî heta 70 salî li dijî êrêşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin çûn Kobanê. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li wir xîtabî gelê Kobanê kir û wiha got: “Îro heke piştgiriyê nedin Kobanê, çekan nedin gelo hûn ê kengî piştgiriyê bidin. Kesên ku piştgiriyê nedin Kobanê dê dijminatiyê ji Kobanê re bike.”

Şandeya KCD, HDP û DBP’ê ya di nav de Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk, Parlamenter Faysal Sariyildis, Îbrahîm Bînîcî. Îbrahîm Ayhan, Sabahat Tuncel û Endama KCD’ê Leyla Guven jî heye ji bo piştgiriya gelê Kobanê yên ku ji 7 salî heta 70 salî li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin çûn Kobanê. Şande ji aliyê rayedarên hikûmeta kantonê û Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah ve li deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin pêşwazîkirin. Şandeya ku ji deriyê sînor derbasî Kobanê bûn ji aliyê gelê Kobanê ve bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” hatin pêşwazîkirin. Şande ewil derbasî avahiya PYD’ê bûn û li vir xîtabî gelê kantonê kirin. Li ser navê şandeyê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk axivî û got ku di dîroka gelê kurd de gelek berxwedan hene. Ahmet anî ziman ku di dîroka kurdan de berxewadanên wekî Şêx Seîd, Dêrsim, Agirî û geliyê Zilan hene û wiha berdewam kir: “Lê yek ji wan jî qasî vê berxwedanê bêhempa nebû. Ez li ber we careke din qehremanên vê berxwedanê YPG, YPJ û gelê Kobanê silav dikim” Ahmet bang li raya giştî ya navneteweyî jî kir û wiha berdewam kir: “Îro heke hûn piştgiriyê nedin Kobanê, çeka nedin gelo hûnê kengî bidin. Yên ku piştgiriyê nedin Kobanê dê dijminatiya Kobanê bikin.”

‘Bedela gelê kurd dide ji bo azadiyê ye’

Ahmet destnîşan kir ku bêdengiya li hemberî êrîşên li dijî gelê kurd tê wateya piştgiriya DAIŞ’ê û arî ziman ku gelê kurd ê 40 milyonan hatiye merhaleya azadiyê. Ahmet wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kobanê û Rojava di dîroka Kurdistanê de merhaleyeke nû ye. Pêvajoyeke pîroz e. Dema hûn bibêjin ‘em ê piştgiriyê bidin kurdan’ divê hûn ji Kobanê dest pê bikin û piştgiriya çekan bidin.” Ahmet bilêv kir ku berxwedana Kobanê tenê ji bo kurdan nîn e ji bo pêşeroja azad a hemû bawerî, gel û meheban e. Ahmet got ku heke çeteyên DAIŞ’ê bibin cîranê Tirkiyeyê dê pêşeroja Tirkiyeyê jî bikeve xetereyê û wiha pêde çû: “ Bila gelê me yê Kobanê bizanibe ku em bi dil û can bi wan re ne. Heta gelê kurda zad nebe tu gel azad nabin. Ahmet li hemberî nûçeya derew a televîzyona Rudawê ya weşana PDK’ê ye ya “Kobanê ket” jî bertek nîşan da û wiha berdewam kir: “Werin û bibînin em li Kobanê ne. Û Kobanê li ser piyan e û li ber xwe dide. Em jî bi wan re ne. Ev rê, riya azadiyê ye.”

‘Êdî mirin ji me bitirse’

Piştî Ahmet Hevseroka KCD’ê Selma Irmak xîtabî gelê Kobanê kir û diyar kir ku gelê kurd hemû sînor parçe kiriye û wiha axivî: Em hemû peymanên li ser kurdan hatine kirin parçe dikin. Em careke din Kurdistanê dikin yek parçe. Mîmarê vê jî birêz Ocalan e. Em ji vir slavên xwe û slavên Kobanê ji birêz Ocalan re dişînin. Gelê Kobanê li ser şopa rêberê xwe dimeşe. Û nexşerêya azadiya Rojhilata Navîn pêşkêş dike.” Selma bal kişand li ser êrîşên ku gelê kurd rû bir û ne jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd êdî ne kurdên berê ne. Em dev ji berxwedanê nadin. Bila kesên ku bi tirsê dixwazin em axa xwe biterikînin bizanibin êdî met irs kuştiye. Êdî tirs j ime ditirse, êdî mirin j ime ditirse.” Irmak got ku ew bi gelê Kobanê re ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila gelê Kobanê bizinibe em bi wan re ne. Mehebad, Amed, Hewlêr çi ye Kobanê jî ew e. Kobanê dilê Kurdistanê ye. Dilê Kurdistanê nesekinî û dê nesekine jî.”

‘Îro çar parçe kurd li vir in’

Selma hêzên piştgiriyê yên gihiştin Kobanê jî silav kir û wiha axivî: “Hûn bi xêr hatin şervanên azadiyê. Êdî çar parçeyên Kurdistanê pit dane hev. Bijî yekîtiya gelê kurd, bijî biratiya gelan, bijî berxwedana Kobanê, bijî berxwedana Rojava.”

Piştî Irmak Endama Dîwana Meclîsa Gel a Rojava Eyşe Efendî axivî û got ku dijminên gelê kurd îradeya kurdan tune hesibandine û axa wan kirine çar parçe û wiha berdewam kir: “Lê îro bi îradeya çar parçeyan Kurdistan dê careke din bibe parçeyek. Me soza azadî û serxwebûnê da. Me soza serkeftinê daye. Me soza azadiya Rêber Apo daye. Îro çar parçeyên Kurdistanê li vir e. Em ê hemû sînoran rakin.” Ayşe diyar kir ku dîrok careke din ji bo gelê kurd tê dubarekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 1980’an de gelek kesan digitot çima zarokên me diçin Bakur dimirin. Nİha îro bibînih ku Bakur li vir e. Qendîl li vir e, Başûr li vir e, Rojhilat, Rojava li vir in.”

Piştî axaftinan gelê Kobanê diruşmên "Bijî Serok Apo" ve "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin. Şande piştre derbasî avahiya hikûmetê bûn û li vir bi rayedarên hikûmetê re hin hevdîtin pêk anîn.

(zt)