‘Bi kurdî biaxive Zîlan, tu jî Bêrîvan, tu jî Şoreş’

10:07

 


Mizgîn TABU-JINHA


AMED-  Jinên kurd ku parazvanên esasî yên zimanê kurdî ne, dibêjin “Ji xwe zimanê me bi sedan sal hat qedexekirin. Hê ji kurdiya me zimanê fermî nîne. Em ji ber zimanê xwe tên girtin, derbkirin. Ji bo ziman gelek bedêl hatin dayîn. Hê jî tên dayîn.” Ji bo yên ku bi zimanê xwe naxivin jî, Dayîka Fayme banga “Navên bi kurdî didin zarokên xwe. Egît, Zîlan, Bêrîvan, Şoreş… Lê bi wan re bi tirkî diaxivin. Ev şermeke mezin e” dike.


 


Ziman, ji bo lihevkirina di nav zîndiyan de, tiştê sereke yê herî girîng e. Kesa ku destpêkê meriv zimanê xwe jê digire jî, dayîk e. Ji ber vê yekê jî, peyva ‘zimanê dayîkê’ an jî ‘zimanê zikmakî’ tê bikaranîn. Li cîhanê bi sedan ziman, li ber tunebûnê ne. Heta çend sal beriya niha, zimanê kurdî jî, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê, di nav van zimanan de cihê xwe digirt. Di salên dawî de, xebatên ji bo parastin û pêşxistina kurdî, her ku diçe zêdetir dibin. Yek ji van xebatan jî, îlankirina Cejna Zimanê Kurdî ye. Ji sala 2006’an û vir ve, her sal 15’ê gulanê, bi pêşengiya TZP’a Kurdî, wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Ji ber ku 15’ê Gulanê, roja çapkirina Kovara Hawarê ku di sala 1932’yan de ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve li Şamê hat derxistin e. Me jî, bi armanca nîşandana girîngiya zimanê dayîkê, bi jinên kurd re hevdîtin çêkir.


‘Em zimanê xwe înkar bikin em Xweda jî înkar dikin’


Dayîka bi navê Fayme Tabû, tîne ziman ku pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî gelek girîng e û dibêje ku “Ji xwe bi sed salan zimanê me hate qedexekirin. Em nikaribûn bi zimânê xwe biaxivin. Hê jî em nikarin bi zimânê xwe biaxivin. Em ji bo zimanê xwe tên girtin, rastî lêdanê tên. Ji bo ziman, gelek bedêl hatin dayîn. Hê jî tên dayîn.” Dayîka Fayme destnîşan dike ku zimanê wê jî mîna zimanê herkesî ye û heqê wan jî heye. Dayîka Fayme ji ber ku zarokên wê nikarin perwerdehiya bi zimanê dayîka xwe bistînin, gilî û gazincan dike û van gazincên xwe bi gotinên wekî “Em pere didin ku zarokên me zimanê xelkê hîn bibin. Em ji zimanê xwe fedî dikin. Gava ku em zimanê xwe înkar bikin, em xweda jî înkar dikin. Xweda çawa ku zimanê herkesî daye wan, ê me jî wisa daye me” tîne ziman.


‘Em bi kurdî biaxiviyana me rastî lêdanê dihatin’


Dayîka Fayme, bîranînek xwe ya ji zarokatiya xwe jî vedibêje. Dibêje ku “Tê bîra min, ez hê biçûk bûm. Birayên min diçûn dibistanê. Mamosteyên wan zarokek dişandin. Dihatin ber deriyê mala me û guhdarî dikirin ka em li malê bi tirkî diaxivin an bi kurdî. Ji ber ku di malê de em bi kurdî diaxivîn, dora rojê dema birayê min diçûn dibistanê, mamoste li wan dida.” Tiştekî din ê ku Dayîka Fayme pê diêşe jî, axaftina bi tirkî, ya bi zarokan re ye. Dibêje ku “Navên zarokên xwe bi kurdî datînin. Dibêjin Egît, Zîlan, Bêrîvan, Şoreş, lê bi wan re bi tirkî diaxivin. Ev şermeke mezin e. Banga min li dayîkên kurd e ku li zimanê xwe xwedî derkevin. Bila ji zimanê xwe fedî nekin.”


‘Bila kurdî bi makeqanûnê bê misogerkirin’


Şagirta bi navê Gulê Karataş ku diçe qursa zimanê kurdî ya Kurdî-Der’ê jî, armanca çûyîna qursê bi gotinên wekî “Ji bo ku zimanê xwe bi rastî hîn bibim, çewtiyên di zimanê xwe de sererast bikim, têm qursê. Zimanê me di nav gel de wenda bûye, tirkî ketiye navê. Em dixwazin ku di pêşerojê de zarokên me û der û dorên me bi zimanê xwe bizanibin, ziman hebûna mirov e” tîne ziman. Gulê dide zanîn ku ji bo kurdî berdewamî be, dixwaze kurdî jî bi makeqanûnê bê misogerkirin. Gulê destnîşan dike ku di cejna zimanê kurdî de hestek cuda heye û wiha berdewam dike: “Zimanê me, cejna me tunebûya, em jî tunebûn. Her roj divê em wek cejnê pîroz bikin.”


‘Roja çapkirina kovara Hawarê ye’


Rêvebera Kurdî-Der’ê Ruken Sarili jî dide zanîn ku di sala 2006’an de dema ku tevgera ziman ava bûye, bi projeyeke Katalanan Navenda Kurdî Der’ê kedeke mezin û giranbûha daye û mamosteyan gihandiye. Ruken destnîşan dike ku ew jî yek ji mamosteyên wê projeyê ye û dibêje ku “Bi rastî ji bo keçeke kurd, mamostetiya zimanê dayikê, tiştê herî pîroz û bi rûmet e. Heke em wekî neviyên Ehmedê Xanî, Celadet Elî Bedirxan û gelek mamosteyên xwe yên mezin bikaribin hinek jî li mîrateya wan xwedî derkevin, ev ji bo me serbilindî ye, rûmet e. Dema ku tevgera ziman ava bû, pêdivî bi cejna ziman hat dîtin ku em hemû dizanin zimanê me yê qedîm di çi rewşên dijwar re derbas bûye. Ji bo cejnê jî roja çapkirina Kovara Hawarê ku di sala 1932’yan de ji hêla Mîr Celadet Elî Bedirxan ve li Şamê hat derxistin, wekî Cejna Zimanê Kurdî hat diyarkirin û ji sala avakirina tevgera me û vir ve ye em wekî Cejna Ziman vê rojê pîroz dikin.” Ruken diyar dike ku armanca pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî; di nav gel de bicihkirina hişmendî û girîngiya zimanê dayîkê ye. Bi navbeynkariya we, dixwazim bang li çapemeniyê jî bikim ku qada ziman tenê di rojên wiha diyarkirî de xebat nameşîne. Di her şert û mercî de ji bo zimanê gelê xwe têdikoşe. Li hember polîtîkayên pişaftina gelê kurd, her tim di nav hewldanê de ye. Heke xebatên ku tên kirin ji hêla çapemeniyê ve ji bo gel neyên ragihandin, xebat teng dimînin û bi qasî ku em dixwazin jî, nagihîje armanca xwe. Rista mezin, a çapemeniyê ye.”


Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî


Di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de, di 15’ê gulanê de, li Parkorman a Amedê şahiyek tê lidarxistin. Li gelek bajar û navçeyan jî, panel, meş û şahiyên ku heftiyek berdewam dike, tên lidarxistin. Her wiha li Amedê, di 19’ê gulanê de panela bi mijara “Di Bikaranîna Ziman De Rista Jinê” ya ku Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan wekî axaftvan tevlî dibe, tê lidarxistin. Her wiha, nivîskar Gulçîçek Guneltekîn jî, dê panela ku mijara wê “Bandora Pişaftin û Xwepişaftinê Ya Li Ser Zimanê Civakan” e, bide.


Wêne û Kamera: Mizgîn TABU


(mt/xo)