'Em dê ji bo Kobanê name ji NY'ê re bişînin'
14:39
JINHA
AMED - Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Amedê, ji bo li hemberê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û parastina gelê Kobanê dest bi tevgerê dikin û dê ji hin balyozxaneyên Tirkiyeyê yên welatan, Neteweyî Yekbûyî (NY) û Komîsyona Ewropayê re name bişînin. Heyeteke heman saziyan jî dê li sînorê navçeya Pirsusê ya Rihayê lêkolînan bikin.
Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê, di nav de Baroya Amedê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê, Odeya Tabîbên Amedê, Federasyona Komeleyên Karsaz û Sanayivanên Rojhilat û Başûrêrojhilat (DOGÜNSİFED), Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Komeleya Karsazên Amedê, Komeleya Karsazên Sanayîvan a Rojhilatabakûr a Amedê, Koordînasyona TMMOB'ê ya Amedê, KESK'ê, Komeleya Oldarên Amedê, Rêxistina Partiya Herêma Demokratîk (DBP) a Amedê, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ'ê şermezar bikin li Parqa Sumerparkê daxûyaniyeke hevpar li dar xistin. Daxûyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin. Daxûyanî bi tirkî Serokê DOGUNSİFED Şah Îsmaîl Bedirhanoglu, bi kurdî jî Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî xwend. Elçî, diyar kir ku piştî êrîşên hovane yên li ser Şengalê bi deh hezaran êzîdî hatin qetilkirin û koçber bûn didome, ev car jî gelê kurd li Kobanê bi heman êrîş û felaketî re rû bi rû ye. Elçî, destnîşan kir ku li hemberê van êrîşên hovane divê her kes bi gelê Kobanê re be û madî manewî çi ji destê kî/ê tê divê bê teredût bike. Elçî, da zanîn ku divê hemû rêxistin, partî û tezgehên kurd fikarên xwe yên siyasî û cûda deyinin aliyekî û bi gelê Rojava û bi taybetî jî gelê Kobanê re piştgiriyê bikin. Elçî, anî
ziman ku wek e çewa li Şengalê pêk hat beriya li Kobanê jî felaketek pêk bê divê hêzên navneteweyî tedbîr bigirin.
'Em dê ji bo Kobanê name ji NY'ê re bişînin'
Elçî, diyar kir ku bi armanca li hemberê felaketa mirovahî ya gelê kurd dijî, hêzên navneteweyî baldar bikin û piştgirî û piştevaniya hêzên navneteweyî pêk bînin dê ji hin balyozxaneyên dewletên biyanî yên li Tirkiyeyê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komisyona Ewropayê re nameyekî bişînin. Elçî, bang li rayedarên dewlet û hikûmetê jî kir ku gelê Kobanê yên ji ber êrîşên DAIŞ'ê derbasî serxet dibin, ji bo parastin û bicihkirina wan tiştê pêwîst bikin.
Piştî daxuyaniyê heyeta ku ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Odeya Tabîba Amedê û Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk pêk dihat, çûne navçeya Pirsûsê ya Rihayê.
(zt)

