Dê Dayîkên Aştiyê biçin sînorê Kobanê

14:58

JINHA


AMED - Dayikên Aşitiyê, derbarê erîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ku li Kobanê pêk tên daxuyaniyek da. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Emîne Deniz, bang li hemû kurdan kir ku li berxwedana Kobanê xwedî derkevin û beşdarî meşa sibê bibin. 

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li Kantona Kobanê pêk tên, daxuyaniyek di avahiya xwe de da. Li ser navê Dayikên Aştiyê Emîne Deniz axivî û piştgiriya AKP'ê a dide çeteyên DAIŞ'ê şermezar kir. Emîne, di axaftina xwe de banga xwedîlêderketina Kobanê kir û wiha axivî: "Gelê kurd divê ji heft salî heta heftê saliya xwe dest bidin hevdu û da ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê têk biçe." Emîne, bang li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û wiha berdewam kir: "Erdogan, ji aliyekî behsa pêvajoya diyalogê dike û ji aliyê din ve jî piştgiriyê dide çeteyan. Divê Erdogan dev ji vê feraset û kirinên xwe berde."

Ji bo meşa Amedê banga tevlîbûnê


Emîne di dawiya axaftina xwe de jî ji bo meşa sibê ku di saet 13:00'an de ji bo Kobanê bê kirin bang li hemwelatiyên Amedê kir ku beşdarî meşê bibin. 


(zt)