Ji eniya şer bang li gel hat kirin

15:56

JINHA


RIHA – Yek ji fermandarên giştî yê YPG'ê Nûhilat Kobanê ji eniya şer ev bang li her kesî kir: "Kobanê li ber xwe dide û dê li ber xwe bide. Hemû gelên Kurdistanê peywira xwe ya neteweyî bi cih bîne û tevlî berxwedanê bibin."

Yek ji fermandarên giştî yê YPG'ê Nûhilat Kobanê rewşa şerê ku li Kobane berdewam dike nirxand. Nûhilat diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriyeke mezin êrîşî Kobanê dikin û diha got: "Kobanê ji bo hemû mirovahiyê li ber xwe dide. Dê li ber xwe bide. Divê hemû dost û dijmin vê yekê zanibin. Ev 6 roj in em bi êrîşeke gelekî mezin re rû bi rû ne. Bi tank û topan êrîş dikin. Vê êrîşê bi piştgiriyeke mezin dikin."

Nûhilat da zanîn ku armaca van êrîşan ji bo têkbirina vîna gelê kurd e û ev bng li hemû kesî kir: "Li hemberî Kobanê êrîşek heye. Li hemberî vê yekê her kesê xwedî namûs, şeref û heysiyetê ye têkeve nava vê berxwedanê. Her kesê ku ji xwe re dibêjin ez welatparêz im û dixwazim bi awayekî azad bijîm divê destekê bidin berxwedana Kobanê. Kesên ku dikarin bila tevlî bibin û yên ku dikarin piştgiriyê bidin û ber bi sînor ve biherikin. Sînoran bigirin. Divê her kes tevlî vê seferberiyê bibe. Li hemberî me tenê çekên giran bi kar naynin, şerê psîkolojîk jÎ dmeşînin. Divê li hemberî vê yekê bi hestyarî tevbigerin. Çi ji destê kê tê bike û li dijî çeteyan rawestin."

'Tevlîbûna ciwanan zêde ye'

Nûhilat derbarê hêza teqwiya ya ku çû Kobanê de jî axivî û anî ziman ku hêzeke mezin a tevlîbûnê heye û wiha pêde çû: "Tevlîbûna ciwanan gelekî zêde ye. Ciwanên me yên ku ji vir çûbûn ji bo parastinê vedigerin." Nûhilat da zanîn ku çavê Kobanê li Bakur e û wiha domand: "Gelê Kobanê hêza xwe ji gelê Bakur digire. Bendewariya gelê me ji Bakur heye. Divê gelê me ber bi sînor ve biherike û tevlî berxwedana Kobanê bibe." Nûhilat bang li kesên ku Kobanê terk kirine jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesên ku ji vir çûnae bila dîsa vegerin û Kobanê biparêzin. Çawa ev sal û nîveke em li ber xwe didin em ê ji niha şûnde jî li ber xwe bidin. Bi piştgiriya gelên Kurdistanê em ê çeteyên DAIŞ'ê li vir têk bibin."

(zt)